'Efrîn bi hêza jina Efrînî wê rizgar bibe'

Jinên kantona Hesekê diyar kirin ku Efrîn wê bi hêza jina Efrînî rizgar bibe. Her wiha bal kişandin ku armanca destwerdana dewleta Tirk ji herêmê re têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê ye.

'Efrîn bi hêza jina Efrînî wê rizgar bibe'
'Efrîn bi hêza jina Efrînî wê rizgar bibe'
'Efrîn bi hêza jina Efrînî wê rizgar bibe'
16 cotmeh, 2018   06:27

HESEKÊ / NESRÎN ELÎ

Têkildarî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, jinên kantona Hesekê ji ajansa me re axivin.

Jina bi navê Nede  Elî Salih a ji navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê got:"Gurupên terorîst hertim jinê ji ber ku ew beşek civakê ye,dikin hedef. DAIŞ'ê bi kiryarên xwe jin diçewisandin. Dagirkera Tirk heman kiryarî dike. Lê jina Efrînî; mîna zeytûn û axa xwe jinek berxwedêr e û ji bo welatê xwe şer dike."

Nede Elî Salih  tekez kir ku hemû jinên Bakurê Sûriyê dest ji Efrînê bernadin û dê li rex jinên Efrînê li berxwe bidin û wiha domand: "Efrîn her çi qas dem dirêj bike wê bi hêza jina Efrînî  rizgar bibe."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Hediye Mihemed a ji bajarê Hesekê bal kişand ku ew ê li hember dagirkera Tirk û hemû hêzên ku dixwazin destkeftiyên gelên herêmê têk bibin dê tê bikoşin û berdewam kir:"Em ê Efrîn ji dagirkeran rizgar bikin.”

Hediye wiha domand: "Erdogan behsa aştiyê dike, lê hovantirîn sûcên mirovahiyê der heqê gelê Efrînê de pêk tîne. Erdogan demografiya Efrînê diguhêre. Şêniyên Efrînê bi darê zorê ji malên wan derdixe. Mirovahî, edalet û rêxistinên mirovî ji binpêkirinên dagirkera Tirk li ku derê ne?."

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Jiyan Ibrahîm a ji şêniyên navçeya herêma Serêkaniyê  destnîşan kir ku armanca êrîşa dagirkeran li ser Efrînê têkbirina projeya demokratîk a ku gelên Bakurê Sûriyê ji xwe kirine bingeh e û wiha got: "Efrîn dê rizgar bibe. Bi saya jina berxwedêr dê vegera xwediyên wê yên resen."

Ji zêdetirî 7 mehan ve û şêniyên Efrînê di bin konên kampên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kirine de berxwedana xwe didomînin. Ji aliyekî din ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî sivîlên li Efrînê didomînin.

(şx)

ANHA