Ciwanên Reqayê xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin dikin - 2

Tabûrên Reqayê yên şerker xwe li gorî focên leşkerî di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de bi rêxistin dikin û pisporiya xwe ya leşkerî û siyasî bi pêş dixin û asta amadekariya xwe ji bo çalakiyên leşkerî bilind dikin da ku bajarê xwe biparêzin.

Ciwanên Reqayê xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin dikin - 2
Ciwanên Reqayê xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin dikin - 2
Ciwanên Reqayê xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin dikin - 2
Ciwanên Reqayê xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin dikin - 2
Ciwanên Reqayê xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin dikin - 2
Ciwanên Reqayê xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin dikin - 2
16 cotmeh, 2018   04:20

REQA

Ciwanên bajarê Reqayê ku di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de cih girtine, piştî ku bajar ji destên terorîstan hate rizgarkirin û aramî û ewlehiya bajêr pêk hat, ciwan û şervanên Reqayê xwe li gorî focên leşkerî di bin sîwana QSD'ê de bi rêxistin kir û pisporiya xwe ya leşkerî û siyasî bi pêş dixin û asta amadekariya xwe ji bo çalakiyên leşkerî li dijî êrîşan bilind kirine.

Çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya hêzên tarî piştî ku bajarê Reqayê dagir kir, ji xwe re wek “paytexta  xîlafetê” ragihand. Çeteyan di serdema dagirkeriya xwe de rêbazên herî qirêj li dijî welatiyên bajêr dane meşandin û gelek qanûn û biryarên taybet bi çeteyan derxistin da ku karibin desthilatdariya welatiyên bajêr bikin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê

QSD'ê li ser banga welatiyên bajarê Reqayê di 6'ê Mijdara 2016'an de bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngava Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina herêmê ji destên çeteyên DAIŞ'ê ragihand. Tevî hin dewletên herêmî û navneteweyî ku naxwazin aloziya Sûriyeyê çareser bibe, nerazîbûna xwe nîşan dan û xwestin bi rêya van çeteyan berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de pêk bînin.

Piştî ku hejmareke mezin ji ciwanên herêmê beşdarî nava xebatên rizgarkirina bajarê Reqayê bûn, bajar di 20'ê Cotmeha 2017'an de piştî şerekî dijwar hate rizgarkirin. Pêngava Xezeba Firatê di gelek qonaxan re derbas bû. Qonaxa yekemîn ji aliyê bakurê bajêr ve dest pê kir û di qonaxa duyemîn de jî derbasî aliyê rojavayê bajêr bû û ji wir derbasî aliyê rojhilatê bajêr bû. Di qonaxa sêyemîn de jî bajar hate dorpêçkirin û di qonaxa çaremîn û dawîn de jî giştî bajar piştî 166 rojên berxwedanê bi temamî hate rizgarkirin.

Beşdarbûna tabûrên şerker ên şervanên bajarê Reqayê tevî kêmderfetên wan ji ber ku cografyaya bajêr baş nas dikin, di xebatên rizgarkirinê de gelekî bûn alîkar.

Piştî ku şervanên QSD'ê giştî bajar ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, QSD'ê bajar radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê kir û tabûrên herêmê vegeriyan cihê xwe û li gelek deverên herêmê bi cih bûn. QSD'ê bajar di 10'ê Mijdara 2017'an de radestî Meclisa Sivîl a Reqayê kir. Meclisê jî ji aliyê xwe ve dest bi xebatên jinûveavakirinê li gorî derfetên xwe kir û rê li pêşiya welatiyan ku neçarî koçberiyê hatine kirin vekir da ku vegerin warên xwe û bajarê xwe ji nû ve vejînin.

Tabûrên şerker ên Reqayê pergala xwe ya leşkerî di bin sîwana QSD'ê de ava dikin

Tabûrên şerker ên şervanên Reqayê bi hevkariya welatiyên herêmê û şêxên eşîran dest bi xwebirêxistinkirinê di bin sîwana QSD'ê de kir û pergala xwe ya leşkerî li gorî sîstema QSD'ê ji nû ve ava kirin da ku ji parastina herêmê re amade bin, nemaze piştî ku hejmara beşdarbûna ciwanan di nava hêzên parastinê de zêde bû.

Van tabûran karibûn xwe li gorî focên leşkerî di bin sîwana QSD'ê de bi rêxistin bikin û beşdarî gelek perwerdeyên leşkerî, siyasî û fikrî bûn da ku hêza xwe ya leşkerî û rêxistinî bi pêş bixin. Van tabûran di salekê de 8 focên leşkerî ku ji nêzî 2 hezar û 500 şervan pêk tên, ava bikin û li ser cureyên cuda yên çekan û taktîkên leşkerî hatin perwerdekirin. Tê payîn ku di van çend mehên pêş de 4 focên din ava bikin.

Van hêzan her wiha buroyên xwe di nava teşkîlatên leşkerî de ava kirin û bi rêya van buroyan hewl didin zemîneke xurt a van hêzan bi rêxistin bikin. Wekî mînak Buroya Ewlehiya Leşkerî ku li dijî şaneyên razayî tev digere û bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê li herêmê digire. Buroya Asayîşa Leşkerî armanca wê jî birêxistinkirina şervanan e da ku li gorî biryarên leşkerî tev bigerin. Buroya Tenduristiyê ya Leşkerî û armanca wê jî parastina tenduristiya şervanan e. Buroya Karûbarên Malbatên Şehîdan û armanca vê buroyê jî danûstandinê bi malbatên şehîdan re bike û alîkariya wan bike. Akademiyên leşkerî jî peywira perwerdekirina şervanan digire ser milên xwe.

Jinên Reqayê benda paşverûtiya civakî şikand

Di nava van hêzan de hêzên taybet bi jinan hene û rola wan di rizgarkirina bajarê Reqayê de sereke bû. Nemaze pêngava rizgarkirina Reqayê bi pêşengiya jinan di nava QSD'ê de û bi fermandariya Rojda Felat hate meşandin. Her wiha rola wan di parastina jinên herêmê de sereke bû û bi awayekî aktîf beşdarî eniyên berxwedanê li herêma Reqayê bûn.

Beşdarbûna şervanên jin di nava van hêzan de balkêş e û bi fedakarî û lehengiya şervanên YPJ'ê gelekî bibandor bûn. Jinên Reqayê li ser vê bingehê beşdarî nava hêzên parastinê bûn û xwe li gorî focên leşkerî di bin sîwana QSD'ê de bi rêxistin kirin. Jinan di çarçoveya xebatên xwe de karibûn xwe ji zîhniyeta paşverûtiya civakî rizgar bikin û beşdarî avakirina civaka xwe bibin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn parastina bajêr dikin

Beşdarbûna ciwanên Reqayê ne tenê di nava hêzên şerker de bû, lê belê di nava Hêzên Ewlehiya Hundirîn de jî xwe bi rêxistin kirin da ku aramî û ewlehiya hundirîn a bajêr biparêzin. Bi armanca bilindkirina asta pisporiya van endaman Akademiya Şehîd Idrîs hate vekirin. Vê akademiyê jî heta niha 26 dewreyên perwerdeyê ku her dewreyek ji wan 100 ciwan beşdar bibin, bi dawî kirin.

Piştî ku çarçoveya van hêzan li herêmê firehtir bû û peywirên wan zêde bûn, pergala xwe ya leşkerî ji nû ve ava kirin û li gorî pisporiyan li seranserî herêmê hatin bicihkirin. Hêzên Dij-Sûcdariyê xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin û dema tê xwestin destwerdana xwe dikin. Hêzên Rewşa Awarte berdewam dewriyeyên xwe di nava bajêr re digerînin. Hêzên Bêbandorkirina Mayinan, erka vê hêzê jî ew e ku mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê di serdema dagirkeriya xwe de çandine bê bandor bike. Hêzên Trafîkê û peywira wê jî hatûçûnê di bajêr de birêxistin dike. Hêzên Ewlehiya Jinan, ev hêz jî pirsgirêkên jinan di nava civakê de çareser dike.

Şopandina şaneyên razayî yên bajêr

Der barê êrîşên ku li dijî bajêr tên plankirin de fermandarê QSD'ê Luqman Xelîl da zanîn ku bajarê Reqayê ji bo hêzên çavbirçîbûna xwe di Sûriyeyê de dikin xaleke stratejîk e û wiha got: "Ew hêzên tarî gelek caran hewl didin bi rêya şaneyên razayî hewl dan pêşveçûna QSD'ê ber bi Reqayê ve rawestînin. Ev şaneyên veşartî her wiha gelek teqîn di bajêr de pêk anîn da ku rê li pêşiya vegera welatiyan bigirin û xebatên jinûveavakirin û aramiya bajêr asteng bikin."

Luqman Xelîl destnîşan kir ku hêzên wan û bi hevkariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn karibûn gelek endamên şaneyên razayî bigirin û got ku çalakiyên wan ên lêgerînê berdewam in û dê van şaneyan bi temamî tune bikin.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û di vê sala borî de êdî tabûrên Reqayê di bin sîwana QSD'ê de bêtir xwe bi rêxstin kirine û êdî wek saziyeke leşkerî ya temam tev digere û dikare giştî herêmê biparêze û aramiyê ji welatiyên herêmê re peyda bike.

SIBE: PIŞTÎ SALEKÊ JI TARÎTİYÊ JINÊN REQAYÊ

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>