ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.10.2018
16 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên bajarê  Hesekê bi merasîmekê 3 şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li pakrewangeah Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 15:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê  şehîdên Berxewdana Serdemê bi bîr tînin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajar û gundewarên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbata şervana YPJ‘ê Berfîn Amed re dixwazin, saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çend kîlomereyan li paş eniya pêşîn a Pêngava Bagera Cizîrê, şervanên QSD‘ê li navenda pîşezasiyê li şûna çek rakirin, erbeyên şervanan û alavên şer tamîr dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tabûrên Reqayê yên şerker xwe li gorî focên leşkerî di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de bi rêxistin dikin û pisporiya xwe ya leşkerî û siyasî bi pêş dixin û asta amadekariya xwe ji bo çalakiyên leşkerî bilind dikin da ku bajarê xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiya Yekitiya Demokratîk bi mebesta nirxandina geşedanên siyasî civînekê ji malbatên şehîdên bajarokê Rimêlan re li dar dixe, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kolodya Lokas a Almanî diyar kir ku serokê AKP‘ê ji aliyê beşeke mezin a gelê Almanyayê nayê hezkirin û teqez kir ku Erdogan li Almanyayê rasatî rexneyên tund hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer Ekrem Sadiq têkildarî tecrîda li ser Ocalan li gireva Îmraliyê fikrên xwe anî ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Kantona Hesekê diyar kirin ku Efrîn dê bi hevgirtin û hêza jinên Efrînê rizgar bibe. Jinan bal kişandin ku armanca destwerdana Tirk ji herêmên re têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Girê Ecacê yê girêdayî navçeya Erîşe ya Kantona Hesekê yek ji girîgtirîn cihên dîrokî yên Aşûr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin, ew jî mîna gelek şûnwaran ji hêla DAIŞ'ê ve hatiye talankirin. DAIŞ'ê peyker û nivîsên bismarî ku temenê wan dighêje hezaran salan şikandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberê dibistana Selam El-Feyad a bajarokê Tiwêna ya Kantona Hesekê, Beşar Şilêş gotegotên di van demên dawî de li ser qedexekirina perwerdeya bi zimanê Erebî ji pêkhateya Ereb re belav bûne derewand û tekez kir ku pêkhateya Ereb li bajarokê Tiwêna bi zimanê dayîkê dixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Girê Spî xwedîkirina sewalan di rêza duyemîn de tê, rexmî ferehbûna rûpîvana çandiyên ku li pêşiya xwedîkirina sewlan dibû asteng, sewalkdaran dikarîn bi rêbazên cûr bi cur astengiyan derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Sotemenî ya Qamişlo 27 milyon lître mazot ji bo şêniyan bajêr veqetandiye. Her wiha rêveberiyê ji bo şopandina mekanîzmeya belavkirinê 2 komîte ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber belavbûna nexweşiyê di nav hilberîna pembo li Herêma Cizîrê de gelek xisarên mezin rû dan. Ji aliyekî di kargeha pembo ya Hesekê zêdetirî 3 hezar ton pembo pêşwazî kiriye û ew jî hilberîna herî kêm di dîroka herêmê de tê hesbandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatina dem sala zivistanê re cotkarkên gundewarê Kobanê dest bi çandiniyê kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA