Hêzên Asayîşê operasyoneke desteserkirina çekên nerûxsetkirî da destpêkirin

Hêzên Asayîşa Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê pêngava desteserkirina çekên ne ruxsetkirin li herêma navçeya Til Temirê da destpêkirin û miqdareke çekên ne ruxsetkirî desteser kirin.

Hêzên Asayîşê operasyoneke desteserkirina çekên nerûxsetkirî da destpêkirin
15 cotmeh, 2018   20:13

NAVNEDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Hêzên Asayîşê ya herêma Cizîrê ya der barê mijarê de wiha hate gotin:

"Weke berdewamiya operasiyonên ku tirsnakiyan û xebatên ji dervî rêxistinê, hêzên Asayîşa Herêma Cizîrê, bi alîkariya Asayîşa Jinê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) sibeha roja Duşemê 15 'ê cotmehê operasiyonek mezin a desteserkirina çekên ne rûxsetkirî li gundên bakurê bajarê Til Temir heya Çiyayê Kezwana ku wekî bargehên çeteyên DAIŞ‘ê dihatin bi navkirin da destpêkirin. Di operasyonê de miqdareke çek hatin desteserkirin:

10 kilaşînkof

100 Çekên nîçîrê

4 Demançe û Demançeyek tirkî

5 Dûrbîn

Yek kemame

Çekên hûr (kêr)

laptopek

Çekek sinobal

622 mermiyên kilaşînkofê

Rêveberiya Giştî Ya Hêzên Asayîşê ya Herêma Cizîrê diyar kiribû ku wan li ser  bûyerên di dema dawî de rû dane ji kuştin, talankirin û revandin ku ji aliyê girûpên çeteyan û hucreyên veşartî ve li bakûrê bajarê Til Temir bi taybet li ser riya di navbera Til Temir û Hesekê de , ev operasyon dane destpêkirin.

Hêzên Asayîşê bang ku welatiyan dike ku hegerên tevgerên bi guman dîtin hêzên wan agahdar bike."