‘Sedema aloziyê hişmendiya paşverû ya rêjîm û opozisyonê ye‘

Eyşa Hiso, bang li rêjîma Sûriyeyê kir ku der barê dagirkirina dewleta Tirk a li Sûriyeyê helwesta xwe diyar bike û sedema wêrankirina li Sûriyeyê spart heşmendiya rêjîm û opozisyonê ya paşverû û ne qebûlkirinê aliyên din.

‘Sedema aloziyê hişmendiya paşverû ya rêjîm û opozisyonê ye‘
‘Sedema aloziyê hişmendiya paşverû ya rêjîm û opozisyonê ye‘
‘Sedema aloziyê hişmendiya paşverû ya rêjîm û opozisyonê ye‘
15 cotmeh, 2018   19:02

QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîna îro ji malbatên şehîdên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo re li dar xist.

Piştî bîranîna  cangoriyên azadiyê. Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso geşedanên siyasî li ser asta herêmî û navdewletî nirxandin û destnîşan kir ku destwerdanên dewletên mêtînger  Sûriyeyê veguherandin qadeke şer ku gelê sivîl fatoreya vî şerî didin.

Eyşe Hiso, got: "Opozisyon  û rêjîma Sûriyeyê hê jî di zihniyata xwe ya paşverû û neqebûlkirina aliyên din de berdewam e, her yek dixwaze desthilatdariya xwe ferz bike. Opozisyon bi aliyên derve ve girêdayî ye û ti projeyên opozisyonên xwe ku hêviyên gelê pêk bîne nîn in. Her du jî rêjîm û opozisyon sedama wêrankirin û rijandina xwîna gelê Sûriyeyê ne."

Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser dagirkirina Tirkiyeyê li Sûriyeyê û anî ziman ku dewleta Tirk ji destpêka aloziyê ve dest li Sûriyeyê wer dide, destekê dide komên çete da ku li hemberî hêviyên gel bibe asteng.

Eyşe Hiso, di dawiya axaftina xwe de bang li rêjîma Sûriyeyê kir ku helwesta xwe ya der barê dagirkirina Tirkiyeyê li Sûriyeyê diyar bike û ev tişt anî ziman: "Rêjîm dibêje ku ew li dijî dagirkirina Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne, lê  heya niha bendên tîfaqa Edaneyê pêk tîne. Heger rêjîm di helwesta xwe de cidî be dibêje tîfaqên bi Tirkiyeyê re îbtal bike û dewleta Tirk ji Sûriyeyê derxîne.

ANHA