Xwendekarên Efrînê pêşwaziya sala nû ya perwerdeyê dikin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi wesîleya destpêka sala nû ya perwerdeyê ji bo xwendekarên Efrînê re şahiyek li dar xist.

Xwendekarên Efrînê pêşwaziya sala nû ya perwerdeyê dikin
Xwendekarên Efrînê pêşwaziya sala nû ya perwerdeyê dikin
Xwendekarên Efrînê pêşwaziya sala nû ya perwerdeyê dikin
Xwendekarên Efrînê pêşwaziya sala nû ya perwerdeyê dikin
Xwendekarên Efrînê pêşwaziya sala nû ya perwerdeyê dikin
15 cotmeh, 2018   16:24

EFRÎN

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de zêdeyî 29 xwendekar şehîd bûn, yên din jî ji bo perwerdekeya xwe bidomînin derketin gundên navçeya Şêrewa yê Efrînê û kantona Şehbayê.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi mebesta ku xwendekar bê perwerde nemînin, dibistan vekirin û derfetên xwendinê peyda kir.

Bi wesîleya sala nû ya perwerdeyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk şahî li dibistana bajaroka Dêr Cemal û gundê Eqîbê li dar xistin. Bi dehan xwendekar beşdarî şahiyan bûn.

Di şahiyan de pêşbirk di navbera xwendekaran de hate organîzekiri û şano hatin lidarxistin.

Di dawiya de komîteyê yadîgarî pêşkêşî xwendekaran kirin.

Tê payîn ku dê şahî li hemû dibistanên navçeya Şêrawayê werin lidarxistin.

ANHA