‘Şehîd Berfîn hêza jin a li hemberî koletiyê îsbat kir‘

Malbata şehîd Berfîn Amed teqez kir ku, Berfîn êrîşên li ser gelên Sûriyeyê nepejirand, lewra tev li refên şoreşê bû, bi berxwedaniya xwe hêza jin diyar kir û di oxirkirina parastina gelê xwe şehîd bû.

15 cotmeh, 2018   16:50

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, şervanên YPJ Û YPG‘ê şervana YPJ‘ê Yasmîn Arif (Berfîn Amed) a ku di 12‘ê Cotemê de di qonaxa dawî ya Bêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê " de şehîd bibû bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.

Merasîm bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî û Fermandara YPJ‘ê Engîzek Qamişlo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Berfîn re hate xwestin û hate gotin ku şehîd pêşengehên manewî ne.

Kesên axivîn, soza şopandina xeta şehîdan dan û teqez kirin ku şehîdan li pey xwe mîraseyeke têkoşînê hiştin ku, pêwîste rêya wan werin şopandin.

Xalê şehîd Berfîn Ebdulezîz Xelîl di merasîm de axivî û anî ziman ku Berfîn herim li azadiyê digeriya û wiha domand:  " Berfîn di malbateke welatparêz de mezin bû, êrîşên li ser gelê xwe qebûl nekir û di sala 2015‘an de beşdarî refên YPJ‘ê bû, bû çavkaniya moralê û di oxira parastina gelê û destkeftiyên şoreşê şehîd bû."

Xelîl diyar kir ku hêza jin a li hemberî terorê di kesayeta Berfîn de diyar dibe û ev tişt anî ziman: "Keça Efrînê ji her kesî re hêz û îradeya jin a li hemberî teror û koletiyê diyar kir, ku bi rihê Berxwedana Serdemê tê dikoşiya."

Paşê, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd hilgirt ser milê û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA