Îran nûçeya valakirina balyozxaneya li Enqerayê derewand

Wezareta Derve ya Îranê nûçeya valakirina balyozxaneya Tehran a li Enqerayê derewand.

Îran nûçeya valakirina balyozxaneya li Enqerayê derewand
15 cotmeh, 2018   15:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên ser bi dewleta Tirk ve nûçeyeke belav kiribûn tê de ragihandinbû ku piştî gefên êrîşeke xwekuj, balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê hate valakirin.

Li ser vê yekê Wezareta Deve ya Îranê ev nûçe derewand.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Bahram Qasim daxuyakirin ku"Nûçeya valakirina balyozxaneya Îranê ya li Enqerayê ji ber gefa êrîşeke xwekujî derew e, rewşa karmendên me yên li Enqerayê baş e û karê xwe yê rojane li balyozxaneyê didomînin."

Ajansa Tesnînê ya Îranê ji berpirsyarekî balyozxaneya Îranê ya li Tirkiyeyê teqez kir ku tedbîrên parastinê li derdora balyozxaneyê hene û kolana Tehran ku balyozxane lê ye girtiye û nûçeya valakirina balyozxaneyê ji karmendan derewand.