Balyozxaneya Îranê ya Enqereyê vala bû!

Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê piştî agahiyên gefên êrîşeke xwekujiyê hate valakirin.

Balyozxaneya Îranê ya Enqereyê vala bû!
15 cotmeh, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê ragihand ku piştî gefên êrîşeke xwekuj, balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê hate valakirin.

Polîsên Tirkiyeyê kolana Tehran a ku balyozxane tê de ye, girt. Her wiha polîsan sefîrê Îranê ji navenda balyozxaneyê derxist.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev bûyer piştî çend rojan ji windabûna rojnemevanê Erebistana Siûdî Cemal El-Xaşeqcî pêk tê.

(jo)