Ji bo şêniyên Efrînê amadekariyên vekirina kampeke nû tên kirin

Şaredariya Gel a Kantona Efrînê amadekariyên vekirina kampeke nû li gundê Ziyaret ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê dike.

Ji bo şêniyên Efrînê amadekariyên vekirina kampeke nû tên kirin
Ji bo şêniyên Efrînê amadekariyên vekirina kampeke nû tên kirin
Ji bo şêniyên Efrînê amadekariyên vekirina kampeke nû tên kirin
15 cotmeh, 2018   11:42

CEFET CEFO - XANDÎ ELO / EFRÎN

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re û ji bo destekdayîna şêniyên Efrînê, Şaredariya Gel a Kantona Efrînê amadekariyên vekirina kampeke nû li gundê Ziyaret dike. Amadekarî beriya niha bi hefteyekê hatin destpêkirin. Di kampê de wê  derdora 250 kon werin vegirtin.

Endamê Koordînasyona Giştî ya Şaredariyên Gel a Herêma Efrînê Mihemed Ehmed diyar kir ku ew li gorî derfetên xwe kampê ava dikin û di nava mehekê de wê kamp were amadekirin.

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, bi deh hezaran şêniyên Efrînê ji bo komkujî di serê wan de neyê, neçar man ku ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê û gundên Şêrawa. Rêveberiya Xweser a Efrînê jî kampên Serdem, Berxwedan û Efrînê vekirin û bi deh hezaran şênî pêşwazî kirin.

Heta niha Rêveberiya Xweser a Efrînê û Şehbayê bi derfetên xwe alîkariyê dide gelê Efrînê, lê heta niha tu saziyên ku qaşo bi navê mirovahiyê bang dikin, destek nedaye gelê Efrînê.

(kc)

ANHA