Li Reqayê projeya avdana 30 hezar hektar erd bi dawî bû

Rêxistina Înmaa El-Firat projeya "Wadî El-Feyd" a Ii gundên bakurê rojavayê bajarê Reqayê ku 30 hezar hektar erd av dide, bi dawî kir.

Li Reqayê projeya avdana 30 hezar hektar erd bi dawî bû
Li Reqayê projeya avdana 30 hezar hektar erd bi dawî bû
Li Reqayê projeya avdana 30 hezar hektar erd bi dawî bû
15 cotmeh, 2018   11:24

REQA

Rêxistina Înmaa El-Firat, rêxistineke mirovî ye ku li bajarê Reqayê kar dike. Rêxistinê projeya "Wadî El-Feyd" ji bo avdana 30 hezar hiktar erd dabû destpêkirin.

Proje ku 5 mehan dirêj kir, li ser 2 merheleyan pêk hat. Gundên ku dê erdê wan were avdan ev in: Royan, Kebeş Xerbî , El-Ensar, El-Reşîd, Ecac, Ebo Kubra, El-Endelûs û El-Cayêf.

Endamê rêveberiya rêxistina Înmaa Tirkî El-Mişrif li ser girîngiya projeyê axivî û bi lêv kir ku piştî serkeftina vê projeyê, berhemên cotkaran îsal gelekî ziyan nedît, her wiha pira El-Ensar ku girîngiya wê ya stratejîk heye, hate sererastkirin.

(jo)

ANHA