Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dest pê kir

Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dirûşmeya” Destpêk Sûriyê… Bi Sûriyê Pêşerojê re” li stada El-Beldî ya Reqayê dest pê kir.

Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê  dest pê kir
15 cotmeh, 2018   10:21

REQA

Mîhrîcana ku bi armanca danasîna partiyê tê lidarxistin, şandeyên ji Bakurê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên herêmê, fermandarên QSD’ê û bi sedan şêniyên Reqayê tev lê bûn.

Stada El-Beldî ku mîhrîcan lê tê lidarxistin, bi wêneyên şehîdên QSD`ê ku di oxira rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, wêneyê hevserokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş ku di encama êrîşekê de şehîd bûbû, hate xemilandin. Her wiha pankêrtên “Sûriyeya pêşerojê… Welatekî bê nîjadperestî, olperestî û fesadî”, “Bi hev re avakirina Sûriyeyeke pêşerojê bi ruhê jinan û hêza ciwanan” hatin daliqandin.

Tê payîn ku li ser navê Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û hwd axaftin werin kirin.

(kc)

ANHA