Artêşa Tirk li Efrînê ajanên xwe yên Kurd tesfiye  dike

Artêşa Tirk a dagirker çeteyên girêdayî xwe yên Kurd tesfiye  dike.

Artêşa Tirk li Efrînê ajanên xwe yên Kurd tesfiye  dike
Artêşa Tirk li Efrînê ajanên xwe yên Kurd tesfiye  dike
Artêşa Tirk li Efrînê ajanên xwe yên Kurd tesfiye  dike
Artêşa Tirk li Efrînê ajanên xwe yên Kurd tesfiye  dike
Artêşa Tirk li Efrînê ajanên xwe yên Kurd tesfiye  dike
15 cotmeh, 2018   10:11

EFRÎN

Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker mala welatiyê bi navê Îmad ku paşnava wî nehat zanîn û ji şêniyên gundê Eyn Hecerê yê girêdayî navçeya Mabata ye, bêyî sedem şewitand. Çavkaniyan tekez kir ku çeteyan beriya du rojan bi ser mala Îmad de girt û bêyî ku sedem bê zanîn mala wî serobin kirin û çûn. Îro careke din hatin û Îmad û malbata wî ji malê derxistin û mal şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker, çete û ajanên xwe di talankirina milkên şêniyên Efrînê de bi kar tîne. Bi rêya ajanan malên sivîlên ku rewşa wan a madî baş e, nas dikin. Yan milkên wan talan dikin an jî endamekî malbatê ji bo xwestina fîdyeyan direvînin.

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re ragihand ku hindek ajan êdî li gel şêniyan tên naskirin. Yek ji wan bi navê Mistefa Hemsoro ye. Hemsoro, malên sivîlan li gundê Bûzîkê nîşanî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dike. Du kes bi navên Qadir Mehmûd Nuiman û Ristem Ehmed ji şêniyên Darêt Izê yê girêdayî Idlibê ne, alîkariya wî dikin. Her sê çete malên welatiyan desteser dikin û hilberîna zeytûnê didizin.

2 çeteyên ku şêniyan direvînin û fîdyeyan dixwazin

Bi dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve diyardeya revandina sivîlan û îşkencekirina wan derket holê. Çetey gelek vîdeoyan li ser malparên civakî ku tê de sivîlan îşkence dikin da ku malbatên wan neçarî fîdyeyan bikin, belav dikin.

Têkildarî mijarê çavkaniyeke taybet tekez kir ku hin komên çete hene ku tenê sivîlan direvînin û şantajan dikin. Kesên ku hatine revandin û piştre serbest hatine berdan, nasnameyên 2 çeteyên girêdayî Feylaq El-Şam nas kirine. Navên wan çeteyan wiha ne: Ehmed Qasir ku bi navê Ebû Ziyab tê naskirin, Ziyad Xanûsî ku bi navê Mîr Zuheyd tê naskirin. Her du çete heta niha û bi desteka artêşa Tirk revandina sivîlan didomînin.

Nakokî di navbera çeteyan de zêde dibin

Nakokî di navbera çeteyan de li ser parvekirina milkên şêniyên Efrînê û hilberîna zeytûnê zêde dibin. Hin caran di encamê de pev dikevin.

Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku şer di navbera çeteyên Sultan Murad û Ehrar El-Şerqiyê de ji aliyekî ve û ji aliyê din ve komeke çeteyê bi navê Basil El-Kurdî yê girêdayî Tugaya Mişel Temo, şer derket û hejmarek kuştî ji her du aliyan çêbûn.

Heman çavkanî tekez kir ku koma çeteyê bi navê Basil El-Kurdî piştî bûyerê reviya. Lê çeteyên Sultan Murad dixwazin Basil tune bikin.

Tê zanîn ku çeteyê bi navê Basil El-Kurdî ji gundê Şiltehtê yê navçeya Şera ye. Tev li Tugaya Mişel Temo bûye û li rex çeteyê bi navê Ebû Meryem El-Hiskawî alîkariya artêşa Tirk a dagirker di dagirkirina Efrînê de kiriye. Lê El-Hiskawî piştî bidawîbûna erka wî, MÎT`a Tirk ew girt. Niha jî artêşa Tirk a dagirker dixwaze Basil jî tune bike. Ev

Dizîna rêya trênê ya ku digihîje Qitmayê

Çavkaniyekî din tekez kir ku çeteyên artêşa Tirk ji beriya çend rojan dest bi jihevkirina rêya trênê ya ku di gundê Meydan Ekbes ê navçeya Racoyê re derbas dibe, kir û ew ber bi Ezazê ve şandin.

Li gorî agahiyan, çeteyên El-Cebhet El-Şamiyê, rêya trênê ji hev vekiriye û erebeyên stasyona Qetma ya navçeya Şera dizîne û firotine bazirganekî bi navê Heysem Emûrî yê ji şêniyên bajarê Ezazê.

Ev xeta trênê ku di Qitma û Meydan Ekbez re derbas dibe, ji kevntirîn toreyên rêya trênê li Sûriyeyê ne. Ev tor Rojhilata Navîn bi Ewropayê ve girê dide. Lê îro artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin hemû cihên dîrokî û şaristanî li Efrînê talan bikin.

(şx)

ANHA