Neteweyên Yekbûyî: Li Yemenê 13 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku heke şer li Yemenê dewam bike û alîkariya xwarinê negihîje sivîlan, dê li herêmê nêzî 13 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Neteweyên Yekbûyî: Li Yemenê 13 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne
15 cotmeh, 2018   10:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Karûbarên Yemenê diyar kir ku ji ber birçîbûnê, li Yemenê jiyana 13 milyon kesan di metirsiyê de ye û dê bibe birçîbûna herî xerab a sedsalê di cîhanê de.

Koordînasyona NY’yê ji BCC’yê re aşkera kir ku divê civaka navdewletî ji ber rewşa ku li Yemenê rû dide, şerm bike.

Li Yemenê trajediyeke mirovî rû dide û zêdetirî 22 milyon kes li benda alîkariyê ne.

(jo)