Dergeha Nesîb piştî çend salan careke din hate vekirin

Dergehê sînorî Nesîb yê di navbera Sûriye û Urdunê de îro hate vekirin. Dergeh xeta sereke ya tevgera bazirganî di navbera herdu welatan de ye.

Dergeha Nesîb piştî çend salan careke din hate vekirin
15 cotmeh, 2018   09:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Malpera Rûsya Today îro dergeha sînorî Nesîb a di navbera Sûriye û Urdunê de fermî hate vekirin û hejmareke kamyonên bazirganiyê ji aliyê Urdunê derbasî axa Sûriyê bûn.

Wezîrê Hundirîn ê Rêjîma Sûriyê Mihemed El-Şiar û berdevka Hikûmeta Urdunê Comane Xenîmat şeva derasbûyî ragihandin ku wan li hev kiriye ku dergeha Nesîb roja duşemê ango îro fermî were vekirin.

Dergeha Nesîb yek ji 19 dergehên sereke yên bejahî di Sûriyê de ye û di navbera Sûriyê û Urdûnê de ye, hin kes weke dergeha herî girîng di Rojhilata Navîn de bi nav dikin.

Piştî ku komên çete di sala 2015'an de serweriya xwe li başûrê Sûriyeyê ferz kirin, dergeh li pêşiya bi sedan kamyonên bazirganî hate girtin. Nexasim bazirganiya di navbera Tirkiyê û dewletên kendavê û Lubnan û dewletên kendavê de di vê rêyê re hate rewestandin.

Hêzên Rêjîmê di Tîrmeha 2018'an de serweriya xwe li ser dergehê bi saya hevpeymaneke di navbera Rûsya û komên çete de careke din bi dest xwe ve anî.

(jo)