'Heyet Tehrîr El-Şam nîşana erêkirina hevpeymana Rûsya û dewleta Tirk  dide'

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) nîşan da ku dê bendên hevpeymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk  de erê bikin da ku rê li pêşiya êrîşa rêjîma Sûriyê li dijî Idlibê bigirin.

'Heyet Tehrîr El-Şam nîşana erêkirina hevpeymana Rûsya û dewleta Tirk  dide'
15 cotmeh, 2018   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam daxuyaniyek da û tê de got dê helwesta xwe der barê hevpeymana Rûsya û Dewleta Tirk  de ya girêdayî Idlibê piştî ku şêwira xwe bi "pêkhateyên din ên şoreşê" re kirine nîşan daye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê Heyet Tehrîr El-Şam zelal nîşan nedaye ku hevpeyman erê kiriye yan na û di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: "Em ji bo keda hêzên derve û hundirîn ji bo parastina herêmên rizgarkirî spas dikin ku rê li pêşiya êrîşan û komkujiyan digire". Heyet Tehrîr El-Şam bi vê yekê behsa dewleta Tirk  dike.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye domandin: "Di heman demê de em hişyariya keysbaziya Rûsyayê didin."

Çete di daxuyaniya xwe de ku li ser rûpela xwe ya malperên civakî weşandiye, piştrast dikin ku ew bi "cîhadê" ve girêdayî ne û ti carî dest ji çeka xwe bernadin û radest nakin.

Heyet Tehrîr El-Şam alîkariya xwe rasterast ji dewleta Tirk a dagirker werdigire û serweriya xwe li deverên sînorê di navbera parêzgeha Idlibê û dewleta Tirk  de dike û dergeha Bab El-Hewa jî di bin serweriya wê de ye.

Erdogan û Pûtîn di 17'ê Îlonê de ji bo avakirina devereke bêçek bi kûraniya 15 heta 20 km li ser xetên di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de li hev kir.

Muhleta derxistina çeteyan ji vê deverê bi dawî bûye. Çeteyên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk  jî ji devera bê-çek hêzên rêjîmê topbaran kirin, nexasim piştî ku dewleta Tirk  ragihand ku heman dever ji çekên giran hatiye valakirin.