Tov li cotkarên Dêrazorê tê belavkirin

Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê dest bi belavkirina tovê genim li cotkarên gundewarên Dêrazorê bi buhayekî ji bazaran erzantir kir.

Tov li cotkarên Dêrazorê tê belavkirin
Tov li cotkarên Dêrazorê tê belavkirin
Tov li cotkarên Dêrazorê tê belavkirin
15 cotmeh, 2018   09:04

DÊRAZOR

Gundewarên Dêrazorê ji ber ku çemê Firatê tê re derbas dibe, bi axa xwe gelekî dewlemend e û ji gelek çandiniyan re jî guncaw e.

Komîteya çandiniyê ji bo pêşxistina beşa çandiniyê û alîkariya bi cotkaran re gelek kooperatîfên çandiniyê ava kirin û alîkariya wan kir.

Berhema sala borî ya genim û pembo li herêmê rastî ziyanên mezin hat. Bi armanca alîkariya bi cotkaran re Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê 500 ton tovê genim ê paqijkirî û bêjingkirî bi buhayekî erzan li cotkaran belav dike. Kîloya tovê genim bi 160 lîreyên Sûriyeyê tê belavkirin.

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Çandiniyê Şêrîn Mesûd wiha got: "Meclisa Sûriya Demokratîk 500 ton tovê çandiniyê radestî wan kiriye û ji bo pêşxistin çandiniyê li herêmê dê vê jî li cotkaran belav bikin û bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya cotkaran bikin.”

ANHA