Zivistan li ber derî ye lê rêyên Hesekê wekî xwe ne

Beriya hatina zivistanê gelek rêyên bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê xirab bûne û bi hewcedariya sererastkirinê ne. Şaredarî ji ber derfetên kêm dê bi awayekî demkî vê pirsgirêkê çareser bike.

Zivistan li ber derî ye lê rêyên Hesekê wekî xwe ne
Zivistan li ber derî ye lê rêyên Hesekê wekî xwe ne
Zivistan li ber derî ye lê rêyên Hesekê wekî xwe ne
Zivistan li ber derî ye lê rêyên Hesekê wekî xwe ne
Zivistan li ber derî ye lê rêyên Hesekê wekî xwe ne
Zivistan li ber derî ye lê rêyên Hesekê wekî xwe ne
15 cotmeh, 2018   09:03
Suzan İraz

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Bajarê Hesekê ji mezintirîn bajarên kantona Hesekê tê hesibandin. Lê gelek rê û kolanên  taxên wê bi hewcedariya xebatên sererastkirin û qîrkirinê ne.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Mihemed El-Behlewî yê ji taxa El-Dahiyê wiha got:"Ji ber rê û kolanên xerab havînê ji ber tozê nefesa me teng dibû û di zivistanê lingên me û yên zarokan di nav heriyê de dimînin û tevgera erebeyan asteng dibe."

Ji aliyê xwe ve Nicûde Hec Murad ku ji heman taxê ye, destnîşan kir ji ber bi emr e di zivistanê de ji ber nebaşiya rêyan û kombûna heriyê li taxê nikare ji mal derkeve.

Di piraniya taxên bajêr de peyarê tune ne. Eger hebin jî bi hewcedariya ji nû ve çêkirinê ne.

Şêniyê bi navê Ehmed Ebû Dilo diyar kir ku zivistanan ji ber neqîrkirina rêyan, erebe nikarin derbasî taxê bibin û ev tişt anî ziman: "Di hin rewşên nexweşiyan de erebe gelek dereng dimînin. Ji ber wê em neçar dimînin ku bimeşin da ku em bigihîjin rêya qîrkirî ya herî nêz. Ev jî bi xwe kerasetek e."

Şêniyan bang li şaredariyê kir ku pirsgirêkê beriya hatina zivistanê çareser bike.

Me giliyên şêniyan gihandin hevserokê Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya Kantona Hesekê Ebdulxefûr Oso. Oso wiha bersiv da: "Bi destpêka havînê re me gelek projeyên qîrkirina rêyan pêşkêşî desteyê kirin. Lê ji ber budçeya wê ya bilind, proje di cih de ma."

Oso wiha domand: "Hejmara şaredariyên kantonê 34 in. 12 hezar metre qîr ji wan şaredariyan re hate veqetandin. Ji ber wê me ew miqdar li hemû bajaran wekhev belav kir. Yanî bi miqdara hezar metre. Lê ev miqdar li gorî bajarê Hesekê kêm e." Her wiha Oso diyar kir ku wan girîngî daye kolanên qerebelix da ku sererast bikin.

Têkildarî taxên ku bi hewcedariya sererastkitinê Oso destnîşan kir ku ji ber derfetên kêm dê tenê rêyan sererast bikin, lê qîr nakin.

(şx)

ANHA