Li kampa Tel El-Beyia trajediya dayikekê

Çîroka koçbera bi navê Hele Hisên ku li kampa Tel El-Beyia ya Reqayê dimîne, mîna bi hezaran çîrokên koçberên ku ji her hovîtî û zordariya çeteyên DAIŞ û rejîma Sûriyeyê xwe spartin herêmên QSD`ê ne. Hele bi hesret e ku vegere herêma xwe, lê ji ber kiryarên rejîma Sûriyeyê nikare vegere.

Li kampa Tel El-Beyia trajediya dayikekê
15 cotmeh, 2018   09:00

EMÎNA El-ELÎ / REQA

Bi hatina zivistanê re azarên koçberan zêde dibin, kes alîkariya wan nake lewre ji xwendin û karkirinê hatine mehrûmkirin. Koçber hêvî dikin ku rêxistinên ku bi navê destekdayîna koçberan kar dikin, alîkariya wan bikin.

Koçberên kampa Tel El-Beyia ji beyara Humisê berê xwe daye bajarê Reqayê ku di bin parastina QSD`ê de ye. Koçber dibêjin ji ber ewlehî û aramiyê wan berê xwe daye Reqayê.  Her çi qas herêma ku ew lê dimînin ewle ye jî, lê êşa koçberiyê ji bo wan bûye birîneke ku nayê kewandin. Ev yek jî rewşa koçberên kampa Tel El-Beyia ye.

Koçbera bi navê Hele Hisên, çîroka koçberiyê û êşa ku dîtine û hesreta wê Ii ser hevjînê wê ku li ser destê çeteyên DAIŞ`ê hate kuştin, vedibêje. Hele Hisên Niha di bin konekî naylon de ku bi destê xwe çêkiriye û wê ji sermaya zivistanê û germa havînê naparêze, dimîne. Hele dayika 6 zarokan e, beriya niha salekê çeteyên DAIŞ`ê hevjînê wê ku qanûnên çeteyan red kirin, kuşt. Piştî bûyerê Hele tevî zarokên xwe reviya kampa Tel El-Beyia ya li Reqayê.

Hele karê berhevkirina pembo dike û di rojên betlaneyê de qutiyên vala yên pastîk û yê din kom dike û difiroşe da ku zarokên xwe xwedî bike.

Hele der barê rewşa a wan li kampê de ev tişt got: "Ez û 6 zarokên xwe di bin vî konê de dijîn, zarokê min ê herî mezin 13 salî ye û nikare kar bike, ji ber ku lingê xwe şikestî ye. Ji ber derfetên min ên kêm destpêkê min nekarî wî derman bikim. Lê piştre koçberên kampê pere ji bo wê kom kirin û kurê xwe derman kir.”

‘Bi saya QSD`ê ez li vir bi ewle dijîm’

Hele bi lêv kir ku ji ber kiryarên rêjîma Sûriyeyê û binçavkirinên ku tên kirin, ew nikare vegere û wiha dewam kir: “Mala min ji ber bombebarana balafirên Rûsya û rejîma Sûriyeyê hate rûxandin. Bi saya QSD`ê ez li vir bi ewle dijîm.”

Hele bi bîr xist ku rêxistinên alîkariyê ji bilî birinc û nîsk tu alîkarî nedane wan û wiha domand: “Zarokên min dixwzin biçin dibistanê, lê li vir derfetên xwendinê tune ne.”

Hele Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku konekî ji bo xwendina zarokan û konekî jî ji bo ku ew û zarokên xwe tê de bijîn, pêşkêş bikin.

(jo)

ANHA