Lîlwa Ebdullah: Mayin û mertalên zindî pêşveçûna pêngavê giran dikin

Berdevka fermî ya pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdullah destnîşan kir ku ji ber mayinên ku çeteyan li herêma Hecîn çandine û bikaranîna sivîlan wek mertalên zindî, hişt ku pêngava wan giran pêşve biçe.

Lîlwa Ebdullah: Mayin û mertalên zindî pêşveçûna pêngavê giran dikin
15 cotmeh, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka fermî ya pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdullah di hevpeyvînekê de ji ajansa me ANHA'yê re diyar kir ku qonaxa dawî a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li herêma Hecîn bi hemû hêza xwe didome.

Lîlwa Ebdullah diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di bahoza tozê de êrîşî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û hemû êrîşên wan ji aliyê şervanan ve hatin şikandin û hejmareke mezin ji êrîşkarên DAIŞ'ê hatin kuştin.

‘Çete derbeyên giran dixwin’

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê destnîşan kir ku pêngava QSD'ê ji sê aliyan ve bi hemû hêza xwe didome û wiha domand:"Li aliyê Baxoza Jorîn di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ'ê  şerekî giran rû dide û şervan pêşve diçin. Li aliyê Hecîn jî şerekî giran derket û şervanan li dijî çeteyan çalakî pêk anîn û çeteyan derbeyên giran xwarin.”

Lîlwa Ebdullah destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê El-Behra ve bi trimpêl û motorsîklêtên bombekirî êrîşî şervanên QSD'ê kir û şervanan jî êrîş şikandin û di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û wiha got:"Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên xwe de hemû cureyên çekan bi kar tînin. Şervanên QSD`ê jî hejmareke çekên giran ên DAIŞ'ê teqandin.”

Lîlwa diyar kir ku balafirên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî gelek baregehên DAIŞ'ê yên li bajarokê Hecîn hilweşandin.

‘Çeteyan êrîşî sivîlên li kampê kirin’

Lîlwa behsa rewşa şer di bahoza tozê de ku li herêmê rû daye kir û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê di bahoza tozê de xwest ji rewşê sûdê wergirin û êrîşî kampa koçberên Hecîn (Îwa) ya li nêzî bajarokê El-Behra kir. Çeteyan di êrîşa xwe de sivîl armanc girtin û şervanan jî karibûn çeteyan ji kampê dûr bixin û di encamê de şer derket û bi dehan çete hatin kuştin û komeke şervanên QSD'ê jî şehîd bûn.”

Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa got çeteyên DAIŞ'ê komeke sivîlan ji kampê revand û ber bi hundirê bajarokê Hecîn ve bir da ku ji xwe re wek mertalên zindî bi kar bînin û pêşveçûna şervanan asteng bikin.

Lîlwa El-Ebdullah got şervanên QSD'ê bi lehengî pêngava xwe didomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ziyan bi welatiyên sivîl nebin hêzên me bi baldarî di pêngava xwe de pêşve diçin."

ANHA