Li Îranê û Rojhilat pêla grevê

Mamoste, ajokarên qemyonan, esnaf û girtiyan ji ber sedemên pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên Îranê biryar li ser grevê dan.

Li Îranê û Rojhilat pêla grevê
14 cotmeh, 2018   15:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêkên aborî û civakî yên ji ber rêvebriyê her ku diçe giran dibin. Bertîlxwerî û bêkarî zêde bû.
Piştî esnaf û taciran niha jî mamosteyan dest bi grevê kir. Gelek bajarên Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan ragihandin wan grêva ji bo du roja dane destpêkirin. Çalakiya boykotê vê Yekşemê dest pê kir.

Li gelek bajaran tacir û esnafan grev kiribûn

Beriya bi çandekê li Îranê û Rojhilat tacir û esnafan kargehên xwe girtin û çalakiya protestoyê kiribûn.
 8'ê Cotmehê li Tehranê li bazarên mezin û li bajarên dî jî cihê bazarê hatin girtin. Hêzên dewletê beriya çalakiyê bi rojan zext û zordarî krin lê kesî guh neda wan. Li Tehranê bazarên xaliyan û xişran, navendên kirîn û firotinê yên li rojavayê welêt û mexazeyên li kuçeya Kargarê mexazeyên xwe girtin.
Li gelek bajaran ên wekî Meşed, Tebrîz, Kirmanşan, Sîne, Zahedan, Urmiye, Kerec, Gorgan, Zencan, Arak, Bane, Mêrîvan, Saqiz, Pave û hwd. dirabe nehatin vekirin.

Bi çalakiyan zextên rejîmê, bilindbûna bihayê mal, enflasyon, resesyon û hejarî têne şermezar kirin.

Bi hezaran ajokarên qemyonan ketin grevê

Ajokarên qemyon û TIR'an jî dest bi grevê kirin.  Ji Îlonê ve bi hezaran ajokarên wesayitên giran, li gel zexta rejîmê jî greva xwe domandin. Gelek kesên ku grev dikirin hatin destgîrkirin. Grev li tevahiya welêt belav bû, li gorî jêderên muxalîf çalakiya grevê li 31 eyaletî û li 310 bajarî belav bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a  Farsê ji 6'ê Cotmehê ve 35 ajokar hatin destgîrkirin, berpirsê polîsan ê eyaleta Horazan Razavî li Horosan, Îzeh û Hamedanê 77 kes hatin destgîrkirin.

Li Urmiyê Girtiyan jî dest bi grevê kirin

Li girtîgehan helwesta li dijî şertên nebaş û bêdadiyê berbiçav bû.  Li Rojhilatê Kurditanê, li Uramiyê 700 girtî li dijî kirinên dermirovî dest bi grevê kirin. Grev, Çarşemê piştî xwekuştina girtiyekî dest pê kir. Girtiyekî bi navê Muhammed Ahupa, ku  ji ber sûcdariyên madeyên hişbirê 25 sal ceza lêh hatiye birîn, ji ber ku nehiştin ku malbata xwe bibîne, xwe kuşt.