‘Bêdengiya navdewletî bi xwe komployek e‘

Eyşe Hiso bêdengiya navdewletî ya li hemberî dagirkirina Tirkiyeyê li Efrînê bi berdewamiya komploya navdewletî ya li dijî Ocalan bi nav kir û got: "Pêkanîna felsefeya Ocalan li Rojava û Bakurê Sûriyeyê komplo vala derxist."

‘Bêdengiya navdewletî bi xwe komployek e‘
‘Bêdengiya navdewletî bi xwe komployek e‘
‘Bêdengiya navdewletî bi xwe komployek e‘
‘Bêdengiya navdewletî bi xwe komployek e‘
‘Bêdengiya navdewletî bi xwe komployek e‘
14 cotmeh, 2018   14:47

QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyas hate lidarxistin. Di civînê de bi dehan malbatên şehîdan û şêniyên bajêr amade bûn.

Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso axivî û wiha got: "Em di pêvajoyeke hestiyar û çarenûsî re derbas dibin. Hin dewletên herêmî û cîhanî hewl didin dest deyînin ser Sûriyeyê, ji ber vê yekê aloziya Sûriyeyê kûrtir bû. Her aliyek hewldanan dike ku li ser hesabê rijandina xwîna gelê Sûriyeyê berjewendiyan qezenc bikin."

Eyşe Hiso, li ser dagirkirina dewleta Tirk li Efrînê jî nirxandina kir û wiha pê de çû: "Hêzên dagirker li hemberî berxwedaniya gelê Efrînê û lehengiya şervanên YPG û YPJ‘ê bê çar man. Lewra teknîka herî pêşketî û balafir xistin dorê de bi komkujî der heqê sivîlan de pêk anîn. Niha binpêkirinên xwe li Efrînê didomînin, sivîlan derevînin, milkên wan talan dikin û guhertina demografî dike. Hemû binpêkirin li pêşberî civaka navdewletî pêk tê, lê tenê temaşe dike."

Hevseroka PYD‘ê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dagirkirina Efrînê berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, Ocalan bi fikrê xwe û berxwedana ya li Îmraliyê komplo vala derxist, delîlê vê yekê pêkanîna fikrê wê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye.

Hevseroka PYD‘ê Ayşe Hiso di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan xwediyên şoreşê yên rasteqîn in bang li wan kir kir ku bi awayekî çalak tev li çalakiyên konferansa partiyê ya ku tê payîn di demên pêş de dê li kantonê were lidarxistin, bibin.

ANHA