Zarokên beşdarî mîhrecanê bibûn hatin xelatkirin

Navenda Çand û Hunerê ya Diclayê ya herêma Dêrikê komên zarokan navendê yên ku beşdarî mîhrecanê bibûn, xelat kirin.

Zarokên beşdarî mîhrecanê bibûn hatin xelatkirin
Zarokên beşdarî mîhrecanê bibûn hatin xelatkirin
Zarokên beşdarî mîhrecanê bibûn hatin xelatkirin
Zarokên beşdarî mîhrecanê bibûn hatin xelatkirin
13 cotmeh, 2018   16:39

QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya Dijlayê ya bajarê Dêrikê bi armanca xelatkirinê şahiyeke li dar xist.

Malbatên zarokan, endamên navenda çanda û hunerê û nunerên saziyên sivîl ên Dêrikê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Endamê Navenda Çand û Hunerêya Dêrikê Hewlêr Hacî axivî û rola çand û hunerê di civakê de destnîşan kir û anî ziman ku, çand nasnemeya gelan eû

Hewlêr Hacî banga xwedîderketina li çandê kir.

Paşê Koma Dijwar dîlanên filklorî pêşkêş kirin, koma Ava Mezin şanoyeke bi navê "Xweza û Mirov" pêşkêş ki rû koma Kulîlkên Azadiyê stran gotin.

Rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Diclayê endamên komên ku beşdarî mîhracana zarokan bibûn, xelat kirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlana bi dawî bû.

ANHA