Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.

Jinên ciwan ên herêma Tebqayê bi armanca xwexêrxistinkirin û perwerdekirin îro bi merasîmeke navenda xwe vekirin.

Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.
Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.
Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.
Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.
Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.
Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.
Jinên ciwan ên herêma Tebqayê navenda xwe vekirin.
13 cotmeh, 2018   17:06

TEBQA

Rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan ên herêmên Bakurê Sûriyeyê, hevserokên Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê Hind El-Elî û Şiyar Mihemed, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Rewşen Hemê û Serokê Buroya Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Musena Ebdulkerîm beşdarî merasîmê bûn.

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Tebqayê Fatima El-Etiyê anî ziman ku azadiya jinan ne bi azadkirina bi cil û bergan e, bi azadiya fikr e.

Fatima El-Etiyê got: "Perewerde yek ji mafên sereke yên jinan e, lê ji ber sedemên zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar jin ji vê mafî bê par hatin kiştin, ji ber ku ji jinên xwedî hêz û îrade ditirsin."

Rewşen Hemê jî vekirina navendê li jinên ciwan pîroz kir ku hêvî kir ku navend karibe dozên jinan bi awayekî demokratîk çareser bikin û mafên wan vegerînin.

Rêvebera Karûbarên Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zehra El-Felah jî axivî û anî ziman ku" Jin bingeha civakê ye, jin dayik, xwişk, şervan û şehîd e, ku bêyî wan jiyan nabe."

Navend bi navê şervanan YPJ‘ê "Şehîd Hêlîn Cûdî" ya ku li Tebqayê şehîd bûn  ji aliyê daykê wê ve hate vekirin

ANHA