Nexweşiya Tîfo li Dirbêsiyê zêde bûye

Di demên dawî de nexweşiya tîfo di nava şêniyên navçeya Dirbêsiyê de ji ber xwarin û vexwarin qirêj belav bûye.

Nexweşiya Tîfo li Dirbêsiyê zêde bûye
13 cotmeh, 2018   09:20

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Nexweşiya Tîfo nexweşyeke ku ji ber vîrosa Salmonella çêdibe, ev vîros di xwarin û vexwarina qirêj de heye û bi rêya xwarin  û vexwarinê ev vîros derbasî mirovan dibe. Dermankirina nexweşiya Tîfo li gorî pileya nexweşiyê ji 30-350 û jûr ve tê kirin. 

Ji ber avdana cûreyên hin sebzeyan bi ava kanalîzyonê û xwarina madeyên demborî, nexweşiya Tîfo li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê zêde bûye.

Dema mirovek bi nexweşiya Tîfo dikeve, ev nîşane li ser mirov xuya dibin”sistî, zikçûyîn, nexweş xwarinê naxwê, serêşî, sîng tê girtin, êşa hestiyan û germbûna laş dibe”.

Der barê mijarê de bijîşk Ridwan Şêxî ji ANHA`yê re axivî û wiha got:"Ji ber belavbûna nexweşiya Tîfo rojan e bi dehan şêniyên  navçeyê têne navenda tenduristiyê, em jî wan dişînin mexberên tenduristiyê ku xwîna xwe tehlîl bikin û tedbîrên pêwîst bistînin."

Ridwan Şêxî diyar kir ku nexweşiya Tîfo bi rêya xwarin û rêyên din ji kesekî diçe kesekî din. Şêxî bi lêv kir ku di dema nexweşiyê de divê mirov xwarinên giran nexwen.

Şêxî di dawiya axaftina xwe de ji her kesê ku nîşaneyên nexweşiyê lê derdikevin xwe biparêze û tedbîran bigre, ji ber ku eger pileya nexweşiyê bilind bibe ew ê jiyana xwe ji dest bide.

Têkildarî mijara avdana zebzeyan bi ava kanalîzsyonê, yek ji rêveberên beşa zimhêrê ya Şaredariya Gel a navçeyê Kawa Silêman ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku piştî nexweşiya Tîfo belav bû û gazicnên şêniyan derbarê vê mijarê de, weke beşa zimhêrê xebata xwe di nava sûkê de zêde kirine û wiha domand:”Em her roj li ser dukanên madeyên xwarinê digerin da ku madeyên genî bûne û goştên vekirî bidin seknandin û nehêlin ku ev xwarin ji gel re were firotin. Kesê ku zebzeyên xwe bi ava kanalîzsyonê av didin, em ê wan ceza bikin.”

Her wiha ji rêveberên beşa avê ya Şaredariya Gel Milahet Hiso got ku ava li navçeya Dirbêsiyê paqije, lê hin mal strên xwe yên avê ku zeng digre û dibe sedema ku av qirêj bibe, paqij nakin.

(jo)

ANHA