YPG: Li Efrînê 3 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku di dîroka navbera 11 û 12`ê Cotmehê de li Efrînê sê çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

YPG: Li Efrînê 3 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin
13 cotmeh, 2018   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Ragihandinê ragihand ku di dîroka 11 û 12’ê Cotmehê de yekîneyeke wan du çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê lidar xistine.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG`ê encamên çalakiyan wiha ne:

-Di dîroka 11’ê Cotmehê de yekîneyek me li gundê Xezawiyê yê girêdayî Efrînê çalakiyeke sekvaniyê li dijî berpirsyarê bendê kontrolê û endamê çeteyê Feyleq El Şam lidar xist. Di encamê de çeteyê bi navê Mahir Ibrahîm ku ji xelkê Idlibê ye hate kuştin.

-Di dîroka 12’ê Cotmehê de yekîneyek me li herêma keleha Nebî Hûrî ya girêdayî navçeya Şera kemînek ji çeteyên Firqet El Hemze li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û nasnameya wan bi vî rengî ye; Mihemed Elêwî ji herêma Humsê ye, Ebd Ehmed ji herêma Idlibê ye.

(kc)