Îranê jî çav li DAIŞ û Tirkiyeyê kir; şûnwarên Kurdan ên li Rojhilat hildiweşînin

Desthilatdarên hikumetên ku axa Kurdistanê dagir kirine, li Îran û Tirkiyeyê hewldanên xwe yên tunekirina çanda gelê Kurd bi hemû şêwazan zêde kirine. Ev hewldanên desthilatdaran gihaştiye asta ku şûnwarên dîrokî ku dîroka wan vedigere bi hezaran salan, hilweşînin da ku tola xwe ji dîroka Kurdan hilînin.

Îranê jî çav li DAIŞ û Tirkiyeyê kir; şûnwarên Kurdan ên li Rojhilat hildiweşînin
Îranê jî çav li DAIŞ û Tirkiyeyê kir; şûnwarên Kurdan ên li Rojhilat hildiweşînin
Îranê jî çav li DAIŞ û Tirkiyeyê kir; şûnwarên Kurdan ên li Rojhilat hildiweşînin
Îranê jî çav li DAIŞ û Tirkiyeyê kir; şûnwarên Kurdan ên li Rojhilat hildiweşînin
Îranê jî çav li DAIŞ û Tirkiyeyê kir; şûnwarên Kurdan ên li Rojhilat hildiweşînin
11 cotmeh, 2018   08:39

ZANA SEYDÎ / NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên leşkerî li dijî gelê Kurd û destdirêjiyên li xwezaya Kurdistanê li dewletên Îran û Tirkiyeyê hê jî berdewam dibin. Armancên van her du hikumetan jî hevbeş in ku çanda gelê Kurd û dîroka wê ya hezaran salan tune bikin.

Destdirêjiyên DAIŞ'ê li şûnwarên bajarê Mûsilê yê Iraqê û Palmîra ya Sûriyeyê ku bi destekên Îran û Tirkiyeyê tev digeriya, tenê wêneyekî zelal ê niyeta van her du dewletan û armancên wan li hemberî gelên herêmê ye.

Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê li şûna kelehê devereke leşkerî ava dikin

Hikumeta Îranê bê navber şerê xwe yê tunekirina gelê Kurd bi hemû şêwazan berdewam dike û hewl dide çand û civaka kurdî bipişêve û bi rêbazên leşkerî tune bike. Desthilata Îranê gihaşt asta ku deverên dîrokî û şûnwarên Kurdan hilweşîne da ku tola xwe ji Kurdan hilîne.

Keleha "Torag Tepe" ya rojhilatê Kurdistanê ku li nêzî sînorên Iraqê dikeve, ji aliyê Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê ve bi temamî hate hilweşandin û li şûna wê baregeheke leşkerî ava dikin. Her wiha derdora wê jî şewitandin.

Şewitandina deverê jî ji aliyê artêşa Îranê ve pêk hat ku çalakiyên leşkerî li parêzgeha Kurdistan a Îranê pêk dianîn, nemaze ji ber ku li vê herêmê şer û pevçûn di navbera şervanên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û leşkerên Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê de rû dan û di pevçûnên van demên dawîn de 11 leşkerên Îranê hatin kuştin.

Dîroka avakirina kelehê vedigere 3 hezar sal berê û beriya 60 salî li lîsteya UNESCO ya deverên dîrokî yên parastî hatiye zêdekirin.

Tirkiyeyê jî heman destdirêjî di sala borî de kirin

Heskîf yek ji gundên kevntirîn di cîhanê de ye û girêdayî wîlayeta Batmanê ya bakurê Kurdistanê ye. Dîroka wê vedigere 12 hezar sal berê, xaniyên wê di zinaran de hatine kolandin û di sala 1981'an de li lîsteya kevneşopiya mirovahiyê hatiye zêdekirin, lê dîsa jî ji destdirêjiyên hikumeta Tirkiyeyê nehat parastin. Hikumeta Tirkiyeyê di Tebaxa 2017'an de dest bi hilweşandina aliyekî gund kir.

Ev destdirêjiyên Tirkiyeyê li şûnwarên Kurdistanê di heman dema çalakiya leşkerî ya artêşa Tirk li bajarê Amedê ya bakurê Kurdistanê pêk hat û artêşa Tirk di êrîşa xwe de bajarê Amedê yê dîrokî Sûr armanc girt. Sûrên Amedê ku wek mezintirîn keleh tê nasîn û li gorî lêkolînan di hezar saliya sêyemîn a beriya zayînê de hatiye avakirin, artêşa Tirk di êrîşa xwe ya sala 2016'an de aliyekî wê hilweşand.

Di çarçoveya van hovîtiyan û dijberiya li dijî şûnwar, dîrok û xwezaya Kurdistanê de hikumeta Tirkiyeyê beriya niha jî daristanên wîlayeta Dêrsimê ya bakurê Kurdistanê wekî daristanên Şirnex û Colemêrgê şewitandin.

Hilweşandina şûnwarên Efrînê kirinên Tirkiyeyê yên berdewama hovîtiya DAIŞ'ê ne

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker li rex bi hezaran çeteyên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kir, artêşa Tirk hovîtiya xwe domand û gelek deverên dîrokî yên wekî keleha Sîros (Nebî Horî) û perestgeha Êndarê û girê Cindirêsê kirin armanc.

Ev destdirêjiyên hikumetên ku axa Kurdistanê dagir kirine, hewl didin dîroka Kurdî tune bikin. Nemaze ji ber ku di vê dîrokê de şaristaniyên mirovahiyê û bi taybet li Mezopotamyayê hatine vejandin.

Bêdengiya UNESCO û rêxistinên mafên mirovan

Rêxistina UNESCO piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye damezirandin û pêkanîna aramî û ewlehiyê û parastina kevneşopiya cîhanî û şûnwaran li rex parastina xwezayê li seranserî cîhanê armanc dike. Lê UNESCO  heta niha der barê van destdirêjiyên Tirkiye û Îranê de tu helwest nîşan nedane û bê deng maye.

Rêxistinên mafên mirovan jî li hemberî van destdirêjiyên Tirkiye û Îranê li dijî herêmên Kurdan bê deng mane.

ANHA