3 çeteyên DAIŞ’ê yên endamên şaneyên veşartî  hatin girtin

YPG’ê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞ’ê yên payebilind ku di nav şaneyên veşartî  yên rêxistinê de cih digirin, ji aliyê hêzên wan ên YAT’ê ve hatine girtin û di îfadeyên wan çeteyan de jî derkertiye holê ku dewleta Tirk ji bo derbaskirina çeteyan ber bi Sûriyeyê ve roleke aktîf lîstiye.

3 çeteyên DAIŞ’ê yên endamên şaneyên veşartî  hatin girtin
11 cotmeh, 2018   09:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku 3 çeteyên DAIŞ’ê ku ji Almanya, Kanada û Tirkiyeyê tev lê bûne, ji hêla hêzên wan ên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ve hatine girtin. YPG’ê diyar kir ku operasyonên wan ên li dijî şaneyên veşartî  yên DAIŞ’ê didomin û her wiha ew kesên girtî jî endamên wan şaneyan bûne.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Berxwedana me ya li hemberî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê ku ji Ewropayê heya Asya û Rojhilata Navîn wehşet pêk anîne, berdewam dike. Operasyonên serkeftî ku li Kobanê û Cizîrê hatine meşandin û herî dawî jî pêngava Bagera Cizîrê ku li Dêrezorê berdewam dike,îspatên herî berbiçav ên dîrokî ne. Şerê me yê berxwedanê ku îro li Rojava û Bakurê Suriyeyê berdewam dike, bi serkeftinên ku di her pêngavê bi dest xistine, bûye hêviya mirovahiyê. Ev têkoşîna ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê dixe bin mîsogeriyê, bi serkeftinên girîng berdewam dike.

Ev pêkhateyên ku bingeha xwe ji şêweyên feraseta paşverû girtiye, ji welatên Ewropayê gelek kes tev lê bûne û gelek welatan jî firsenda birêxistinkirina taybet bi dest xistiye. Bi taybet jî şaneyên veşartî  yên vê pêkhateyê ji bo li Rojava û Bakurê Suriyeyê komkujiyan pêk bînin, xebatên taybet dane meşandin û ketine nav tevgerê. Wek hêzên YPG û YPJ li hemberî van şaneyan operasyonên me yên serkeftî pêk hatine û ev dem bi dem ji raya giştî re hatine parvekirin. Der barê vê de ji tîmên me yên Yekîneyên Antîterorê (Y.A.T) di encama operasyoneke taybet de 3 çeteyên ku bi eslê xwe Tirk, Alman û Kanadayî girtin.

- Çeteyê bi navê Dirk Richard Pleil ku di sala 2015’an de li ser sînorê Tirkiyeyê derbas bûye û tev li çeteyên DAIŞ’ê bûye, di laboratuarên protez ên DAIŞ’ê de kar kiriye û di demên cuda de jî di çalakiyên derveyî mirovahiyê yên çeteyên DAIŞ’ê de cihê xwe girtiye.

- Çeteyê bi navê Mihemed Elî yê ji Kanadayê jî, sekvanekî taybet ê DAIŞ’ê ye. Wî kesî li Reqa, Dêrezor û Hesekê faaliyet meşandine. Ji rêxistinê re bi hezaran endam perwerde kirine û di heman demê de tev li bi dehan çalakiyên derveyî mirovahiyê bûye. Di heman demê de ev kes ku dema li ser sînorê Tirkiyeyê dema derbas bûye, rastî tu astengiyan nehatiye. Dîsa bi hezaran çeteyên ku li ser sînorên Tirkiyeyê derbasî Suriyeyê bûne, ev yek hem ji îtîrafên çeteyên DAIŞ’ê û hem jî di lêkolînên me de derketiye holê. Di nav rêxistinê de navê Ebû Tûrab El-Kanadî bi kar aniye û li ser malperên civakî ji bo tevlêbûnê nav refên DAIŞ’ê bangewazî kiriye. Piştî êrîşên li Quebec û Ottawayê ku ji mirina leşkeran re rê vekiribû, li ser malpera civakî bangewaziya zêdekirina êrîşan kiriye û daye diyarkirin ku çi sîvîl, çi hêzên ewlehiyê ‘kesên bêbawerî’ divê werin kuştin. Elî li ser malperên xwe yên civakî daye diyarkirin ku kesên ku bixwazin werin tev lê bibin, dikarin dema gihaştin Tirkiyeyê bi wî re bikevin têkiliyê, tê zanîn ku ev kes komeke Torontoyê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê kiriye û tev li DAIŞ’ê kiriye.

- Çeteye bi navê Ergûn Orhan ji Tirkiyeyê tev li çeteyên DAIŞ’ê bûye, li Almanyayê hatiye dinê, li ser malpera civakî xwe gihandiye DAIŞ’ê û di sala 2015’an de jî li ser sînorên Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûye û tev li DAIŞ’ê bûye. Li Cerablûs û Reqayê kar û xebat dane meşandin.

Ev çeteyên ku di encama operasyonan de hatine girtin, bi alîkariya Tirkiyeyê ji welatên Ewropayê hatine û tev li DAIŞ’ê bûne, di îtîrafên çeteyên ku hatine girtin de jî ev yek heye. Em dizanin ku ev çeteyên ku sûcê mirovahiyê kirine, wek şaneyên biçûk xwe bi rêxistin dikin û di firsendeke biçûk de amadekariyên komkujiyan dikin. Em dixwazin bidin diyarkirin ku ev şaneyên ku dixwazin gelek komkujiyan pêk bînin beriya bikevin tevgerê ji aliyê operasyona hêzên me de hatine bêbandorkirin. Me berê jî ji raya giştî re ragihandibû ku gelek çeteyên ji Ewropa û Rojhilata Navîn hatine girtin û gelek ji wan jî hatine bêbandorkirin. Têkoşîna ku em bi biryardariyeke mezin didin meşandin, dê berdewam bike û dê encamên wê jî ji gelê me û raya giştî re werin parvekirin.”