Li Lêlikanê û Girê Xwedê çalakiyên HPG`ê

Hate diyarkirin ku di 3 çalakiyên cuda yên hêzên gerîla de ku 10'ê Cotmehê li ser girê Lêlikanê yê Başûrê Kurdistanê û Girê Xwedê yê girêdayî herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê kiribûn, 5 leşker hatine kuştin.

Li Lêlikanê û Girê Xwedê çalakiyên HPG`ê
11 cotmeh, 2018   08:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê hêzên gerîla 10'ê Cotmehê roja Çarşemê saet 09.00'an li Başûrê Kurdistanê, li Girê Lêlikanê çalakî li dijî leşkerên Tir pêk anîn.

Her wiha hate diyarkirin heman rojê piştî nîvro di saet 14.00'an de çalakiyeke din li dijî heman cihî kirine û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.

Her wiha gerîlayên HPG’ê li Girê Xwedê yê girêdayî Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sekvanî kirin û di çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Li gorî agahaiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gerîlayên HPG’ê duh li Girê Xwedê yê Herêma Barzan  a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sekvaniyê kirin û di vê çalakiyê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker saet Girê Xeregol û derdorî wê bi hewanan topbaran kirin.