Dagirker li ser berhemên zeytûnan bi hev dikevin

Bi hatina mewsima berhevkirina berhemên zeytûnan li kantona Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser hilberînê bi hev dikevin. Ji aliyekî din ve çete sivîlan ji kolanan direvînin.

Dagirker li ser berhemên zeytûnan bi hev dikevin
11 cotmeh, 2018   07:21

EFRÎN

Ji dema dagirkirina Efrînê ji hêla artêşaTirk a dagirker û çeteyên wê ve, hêzên dagirker li ser parvekirina milkên şêniyan bi hev dikevin. Ji aliyekî din ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan bi armanca standina fîdyeyên mezin direvînin.

Şêniyên Efrînê ku dest bi berhevkirina mewsima zeytûnan kir ku wek çavkaniya aborî ya bingehîn li Efrînê tê zanîn, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piraniya berheman desteser kir. Beriya vê hinek çavkaniyan ji ajansa me re destnîşan kiribû ku dagirker bi rêjeya ji sedî 90 ji mewsimê talan dikin û tenê bi rêjeya ji sedî 10 ji xwediyên zeytûnan re dihêlin.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Selah Îbo gotibû dagirker dê 10 milyon dolar ji mewsima zeytûnê ya Efrînê talan bikin.

Her wiha çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku li ser parvekirina mewsima zeytûnê hêzên dagirker bi hev dikevin.

Desteserkirina malan

Ji aliyekî din ve çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên polîsên leşkerî xwest maleke li nêzî Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê desteser bikin. Di encamê de her du alî bi hev ketin û şer derket.

Li gorî şahidan, piştî rawestandina bûyerê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li kolana El-Vîlat li du sivîlan da û hejmareke ciwan piştî ku li wan xistin, revandin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyekî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlê bi navê Ehmed Arif ê ji şêniyên gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawayê revandin. Heman çavkanî tekez kir ku dagirkeran ji bo serbestberdana Ehmed ji malbata wî 4 milyon LS xwestiye.

Her wiha çavkaniyekî destnîşan kir ku çeteyek bi navê Ebû El-Iz rojane û taybet li nêzî çerxerêya Newroz li şêniyên Efrînê dide.

(şx)

ANHA