'Minbic aram e û aştî lê serwer e’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl û Dermokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê Nazîfe Xilo diyar kir ku Minbic aram e û di nav aşitiyê de û destnîşan kir ku gefên Tirkiyeyê bê wate ne.

'Minbic aram e û aştî lê serwer e’
11 cotmeh, 2018   07:10

ŞERÎF EL-ABO - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nezîfe Xilo tekez kir ku gefên dewleta Tirk, gefxwarinên dijber in û wiha domand: "Gel her tim gefxwarinên dewleta Tirk dibihîze. Ev daxuyaniyên dijber di çarçoveya aramî û ewlehiyê de ne ku li herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk hatiye."

Di van rojên dawîn de rayedarên Tirk, di serî de serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dîsa mijara Minbicê xist rojevê û gefan li Minbicê dixwin. Tirkiye îdia dike ku li gorî qaşo 'Nexşerêya Minbicê' dê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî bikeve Minbicê. Lê fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tekez kiribû ku tevgerên Tirkiyeyê di nav herêmên di bin serweriya komên Mertalên Firatê de ne û dê ev tevger wisa bimîne.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got hemû tiştên ku çapemeniya Tirk belav dikin ne rast in û wiha domand: "Tu planeke têkildarî dewriyeyên hevbeş Tirkiye-Amerîkayê di nav bajêr de û li gundewaran tune ye."

Nazîfe Xilo ji ajansa me re destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk li ser Minbicê bê wate ne. Erdogan îdia dike ku teror li Bakurê Sûriyeyê heye û baş dizane ku gelê Bakurê Sûriyeyê şerê terorê kir û ew tune kir. Hikumeta Tirkiyeyê bi serkêşiya AKP'ê desteka terorê dikir, ji ber wê xwest teror li Sûriyeyê berdewam bike.

Têkildarî heman mijarê Nezîfe wiha got: "Dema Erdogan zanî ku teror êdî dike tune bibe, dest bi dagirkirina xaka Sûriyeyê kir û êrîşî Efrînê kir da ku talan bike. Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê di xaka Sûriyeyê ya dagirkirî de ji cîhanê re xuya bû."

Di berdewama axaftina xwe de Nezîfe Xilo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi gefên xwe hewl dide aramî û ewlehiya bajarên Bakurê Sûriyeyê têk bibe. Ji ber ku aramiya gel li heza hikumeta Tirkiyeyê nayê.

Nezîfe wiha pê de çû: "Projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û pirrengiya çandî li dijî berjewendiyên dewletan e ku timayên wan li Sûriyeyê hene. Ew naxwazin pergala nenavendî û pirrengiya demokratîk li herêmê pêk were. Hewl didin projeyê têk bibin. Ji ber ku dixwazin herêm di bin nîrê desthilatdariyê û zordariyê de be."

Nezîfe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bajarê Minbicê aram e û di nav aştiyê de ye. Bi yekgirtinê û jiyana hevbeş em dikarin Sûriyeyê bi gel û xaka xwe ve bikin yek û di nav aramiyê de be. Dewleta Tirk ji ber timayên xwe gefan li herêmê dixwe."

(şx)

ANHA