Li bajaroka El-Sûsê şer giran e

Li kolanên bajaroka El-Sûsê di navber şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû didin.

Li bajaroka El-Sûsê şer giran e
11 cotmeh, 2018   07:39

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku li kolanên bajaroka El-Sûsê di navbera hêzên wan û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû didin.

QSD`ê da zanîn ku li wê herêmê ji ber toza pir dîtin zehmet e û çeteyên DAIŞ`ê dixwazin ji vê yekê sûd werbigrin û hewl dan êrîşî noqteyên QSD`ê bikin.

QSD`ê tekez kir ku hêzên wan berisveke tûnd dan çeteyan û ew neçar kirin ku bi paşve birivin.

Li herêmê şerên giran didomin.

(kc)

ANHA