‘Meclisa Leşkerî dê Minbicê ji hemû êrîşan biparêze’

Cigirê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim got ew ê Minbicê ji hemû êrîşan biparêzin.

‘Meclisa Leşkerî dê Minbicê ji hemû êrîşan biparêze’
10 cotmeh, 2018   06:15

ŞÎLAN MIHEMED-ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide mijara Minbicê ji nû ve vegerîne rojevê. Di demên dawî de rayedarek tirk daxuyanî da ku Tirkiye û Amerîkayê dê bi hev re li Minbicê dewriyên hevbeş bimeşînin.

Lê Tirkiyeyê di bin dagirkeriya wê de li başûrê Cerablusê dewreyên serbixwe dimeşîne. Bi gotineke din piştî peyman Tirkiye-Amerîkayê bicihbûna Tirkiyeyê li herêmê nehate guhertin.

Têkildarî vê mijarê Cigiriê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim axivî û destnîşan kir ku gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser bajarê Minbicê dubare bûne û wiha got: "Hikumeta AKP'ê bi hinceta bergiriyên ku li bajêr tên girtin bi rêya daxuyanî û îdiayan gefan li Minbicê dixwe."

Ebû Necim wiha domand:"Ev bergiriyên ku Tirkiye besha wê dike, di dema DAIŞ'ê de jî hebûn çima deng jê derneket?. DAIŞ'ê li Minbic, Cerablus, Bab û Ezazê gelek xendeq û tunel kolandibûn, lê Tirkiye wê demê qala wan tehdîdan nedikir."

Di berdewama axaftina xwe de Ebû Elî tekez kir ku ew weke fermandariya leşkerî li Minbicê tu tehdîd an gefxwarin vîna wan di xurtkirina bergiriyên ji bo parastina bajêr naşkîne û wiha pê de çû:”Her çi qas berdêl giran buha be, ewlehiya bajarê Minbicê ji ewlahiya şêniyên wê ye."

Her wiha Ebû Elî Necim destnîşan kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelek şehîd weke şehîd Ebû Leyla, Ebû Emced û gelek şehîdên din dan û ev tişt anî ziman:"Ji bo em bi aramî bijîn me gelek şehîd dan. Em li ser şopa şehîdan dimeşin û ji bo gel bi ewlehî bijî em ê canê xwe feda bikin."

Ebû Elî wiha domand:"Dema me dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir, me soz da şêniyên bajêr ku em ê wan ji DAIŞ'ê xilas bikin û me soza xwe bi cih anî û niha jî em li ser soza xwe ne û em ê bajarê xwe ji her êrîşekî biparêzin."

Cigirê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Em weke hêzên leşkerî li vir in. Şervanên me ji şêniyên bajêr in, parastina bajêr ji erkên me yên sereke ne. Her wiha Koalîsyona Navdewletî bi hebûna xwe li bajêr berdewam e û di navbera me de odayên çalakiyên hevbeş ên taybet bo parastina Minbicê hene."

(şx)

ANHA