ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.10.2018
10 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Îsmaîl Mihemed bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê tê veşartin. Saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê civîna xwe ya salane li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan, Asur û Kildan a Hesekê merasîmê biranîna şehîdên Suryan li Goristana Şehîdên Suryan li dar dixe. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ebdulhelîm Osê  destnîşan kir ku armanca komplo astengkirina fikrê demokratîk e, lê negihişte serî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgirê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim li hemberî gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker tekez kir ku ew ê xebata xwe ya pêkanîna ewlehiya bajarê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayeta niştîmanperwer a ji pêkhateya Ereb û yek ji rûspiyên êlên Tirbespiyê Hisên El-Sade got ew xemgîn e ji ber ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûneniştiye û destnîşan kir ku komploya navdewletî netenê Ocalan û gelê Kurd lê hemû pêkhateyên Kurdistanê û herêmê û fikra wî ya azad a ku bibû rêya xelasiya ji zulm û zordariyê hedef girt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Parêzgeha Idlib niha ya herêma herî germ li Sûriyeyê ye, di demên pêş de dê buyerên nû derketin pêş, lê gelo dê Tirkiyeyê bi ser bikeve ya na? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

Evîn Yûsif destnîşan kir ku binpêkirinên hikumeta AKP'ê yên der heqê rojnamgeran de, têkçûna dewleta Tirk ji aliyê siyasî ve diyar dike û got, bi girtina rojnamevanan hewl dide aloziya xwe ya hundirîn û aborî bitepsîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner û dîroknasê Iraqî Dr. Cewad Kazim El-Beydanî got, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl hewl didin ku Rojhilata Navîn parçe bikin, ji ber ku nirxandinên Ocalan li dijî pergalên wan in bi komployekê Ocalan girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Xedîce El-Umer ji bo peydakirina debara malbata xwe di firotina cilên balê de dixebite, bi vînekî xurt li hember astengiyên jiyanê disekine û hemû zincîrên civakê ku jinan di karê malê de girê didin û derketina wê ji bo kar qedexe dikin dişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên gundê Sewa yê gundewarê rojavayê Dêrazorê dibistana gund paqij dikin da ku dest bi pêşxwaziya xwendekaran ji bo sala nû bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kantona Girê Spî bi taybet li bajarok û navçeyên girêdayî kantonê bi hewcedariya navendên tenduristiyê ne, ji ber ku tenê nexweşxaneyek li bajêr heye û ji ber dûrbûna gundan şênî zehmetiyan dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Pembo ya El-Celebiyê ji destpêka vekirinê de di dawiya meha borî de derdora hezar ton ji berhema pembo pêwazî kiriye. Li gorî rêveberiyan ev rêje li gorî qadên ku hatine çandin kêm e. Her wiha bihaya kirînê li gorî 10 pileyan hatin diyarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA