Li Efrînê polîtîkayên qirkirina çandê

Desthilata Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayên xwe li hemberî Kurdan de gelek komkujî pêk anîne, herî dawî li Efrînê bi armanca qirkirina çandî zimanê tirkî li welatiyên resen ferz dike.

Li Efrînê polîtîkayên qirkirina çandê
Li Efrînê polîtîkayên qirkirina çandê
Li Efrînê polîtîkayên qirkirina çandê
Li Efrînê polîtîkayên qirkirina çandê
Li Efrînê polîtîkayên qirkirina çandê
9 cotmeh, 2018   06:08

EFRÎN

Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirinê, polîtîkayên qirkirina çandî dane meşandin. Di vê çarçoveyê de, zimanê kurdî li dibistanên Efrînê qedexe kir û li şûna wê zimanên tirkî û erebî fez kirin, di heman demê de axaftina bi zimanê kurdî jî qedexe kir, her wiha navên tirkî li kolan û gundan kirin.

Dewleta Tirk bi rêya vê navnedê dixebite ku zarokên Efrînê ji çanda wan dûr bixe û çanda xwe li ser wan ferz bike.

Tirkiye bi rêya saziya xwe ya olî ya bi navê "Diyanet" polîtîkayên qirkirina çandî li Efrînê bi kar tîne, her wiha melayên xwe li mizgeftan erkdar dikin û li aliyekî din jî mamosteyên zimanê kurdî direvînin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya komên çete bi armanca qirkirinê di 20‘ê Çileya 2018‘an êrîşî kantona Efrînê kir û ev  êrîş hîna dewam dike. Jixwe polîtîkayên qirkirina çandî û guhertina demografyaya herêmê hê jî berdewam e.

Wekî tê zanîn ku êrîşên li ser Efrînê bi tifaqa di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat.  Di van êrîşan de, gelek komkujî der heqê sivîlan de pêk hatin. Ev êrîş bi niştecihên resen sînordar nema, ji ber ku Efrîn wekî stargeha bi hezaran koçberên Sûriyeyê dihate dîtin. Bi hezaran koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê xwe li ewlehiya kantona Efrînê girtibû, lê belê koçber jî ji êrîş û komkujiyan bê par neman.

Li gel qetilkirina sivîlan, qirkirineke etnîk, wêrankirin û koçberkirin jî hatin meşandin. Lê armanca sereke ya Tirkiyeyê ji van hemûyan gelê Kurd bû, ji ber ku piraniya niştecihên Efrînê Kurd in.

Di van êrîşan de zêdetirî 300 hezar welatî hatin koçberkirin. Koçberiya bi darê zorê em dikarin wekî sûcekî li dijî mirovahî pênase bikin.

ANHA