Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin

Şêniyên gundên Mergedayê bang li şerdariyên gel ên Mergeda û Şedadê kir ku pirên di navbera kantona Hesekê û bajarê Dêrazorê de sererast bikin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê diyar kir ku ji ber derfetên kêm tenê beşek ji piran sererast kirine.

Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
Pirên hilweşîyayî yên rojhilatê Mergedayê çûn û hatinê asteng dikin
8 cotmeh, 2018   08:58

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ'ê pirên di navbera kantona Hesekê û bajarê Dêrazorê de yên xeta rojhilat teqandin. Ji ber hilweşîna pirên ku dikevin rojhilatê bajarokê Mergedayê tevgera şênî û wesayîtan asteng dibe.

Hilweşîna piran bandorekr neyînî li tevgera şênî û wesayîtan û veguhastina wan di navbera bajarokên derdorê de dike û bi taybet sehrîcên ava vexwarinê. Sehrîcên ava vexwarinê nikarin pirê derbas bikin, wê demê pirsgirêka avê li aliyê din ê pirê dertê hole û arîşeyên welatiyan di peyadkirina ava vexwarinê de didomin.

Her wiha şênî van piran ku hejmaran wan 3 ne, ji bo avdana zeviyên xwe bi kar tînin.

Gundên herî zêde ji hilweşîna piran zirar dîtine Sibêh, El-Selce û El-Fedqemî yên girêdayî bajarokê Mergedayê ne û 30 km li rojhilatê navçeya Şedadê ne. Çemê Xabûr wan gundan ji hev cuda dike.

Şêniyên wan herêman di dema serweriya DAIŞ'ê de gelek zehmetî kişandin. Piştî 3 salan ji hêla QSD'ê ve di pêngava Bagera Cizîrê de hatin rizgarkirin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ehmed Hisên ê ji gundê Sibêh wiha got: "Ji ber hilweşîna piran û bi hatina zivisatanê re pirsgirêkên me zêde dibin. Hemû rê di navbera kantona Hesekê û Dêrazorê de qut dibin." Hisên bang li Şaredariya Gel a Mergedayê kir ku her sê piran sererast bikin û hêvî kir ku beriya zivistanê ev xebat werin meşandin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hisên Xelef bang li Şaredariya Mergedayê kir ku bi lez piran sererast bike, ji ber ku veguhastinê di navbera gundan de asteng dikin û dibe sedema qezeyan.

Di hevpeyvîneke bi ajansa me re hevserokê Şaredariya Gel a Mergedayê Elî Hisên destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê derfetên şaredariyê kêm in û wiha domand: "Bi awayekî demkî me pir sererast kir." Her wiha Elî Hisên diyar kir ku li gorî derfetan û bi awayekî demkî beriya zivistanê dê piran sererast bikin.

 (şx)

ANHA