Li Bulgaristanê rojnamevaneke jin  hate qetilkirin

Rojnamevaneke ku di televîzyonê de kar dike Victoria Marinova, li bajarê Rûsyayê yê bakurê Bulgaristanê piştî ku destdirêjî lê hate kirin, bi awayekî hovane hate qetilkirin.

Li Bulgaristanê rojnamevaneke jin  hate qetilkirin
8 cotmeh, 2018   08:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Bulgaristanê cenazeyê rojnemevan Victoria Marinova (30) li parka giştî li bajarê Rûsyayê dît. Dadgeriya Giştî da zanîn ku qetilkirina Vactoria Marinova bi lêdana li serî û fetisandinê pêk hatiye.

Skynewsê diyar kir ku dadgerê giştî li bajarê Rûsyayê destnîşan kiriye ku Victoria telefona wê, mifteyên erebeya wê, berçavk û kincên wê hatine dizîn.

Wezîrê hundirîn ê Bulgaristanê Mladen Marinov ji rojnemevanan re got destdirêjî jî li Marinova hatibû kirin.

Der barê mijarê de nûnerê Azadiya Çapemeniyê di Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê Harlem Desert li ser Twitterê wiha got: "Ez matmayî bûm ji bo kuştina rojnemevan Victoria Marinova li Bulgaristanê, bi awayekî lezgîn bang dikim ku lêpisîneke berfireh bê kirin, divê ku berpirsên vî sucî bêne darizandin."

Rojnemevan Vactoria Marinova wek rêveberiya televizyona TVN li bajarê Rûsyayê dixebitî û nû dest bi bernameyeke diyalogê kiribû.

(jo)