Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Çeteyên Cebhet El-Nusra ku di lîsteya terorê ya navnetewî de cih digire dest bi pêkanîna hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de kir û ber bi kûraniya Idlibê ve vedikişe. Ev yek piştrast dike ku El-Nusra bi fermana Tirkiyeyê tevdigere. Civaka Tirkiyeyê fikrên Erdogan ên Osmanî qebûl nake.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
8 cotmeh, 2018   07:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa dawî ya hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de kirin. her wiha bal kişandin ser şerê tunekirina terorê li rojhilatê Firatê û behsa xebatên avakirina hikûmeta Îraqê û rewşa Filistînê kirin. rojnameyan diyar kirin ku Erdogan hewl dide desthilatdariya xwe li ser welat zêde bike û behsa gelek mijarên din ên girîng kirin.

El-Heyat: "El-Nusra" çekên xwe ber bi kûraniya Idlibê ve vekişandin

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya derbarê Idlibê de kirin. rojnameya El-Heyat diyar kir ku beriya sê rojan ji bidawîbûna muhleta hatiye diyarkirin li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê tabûrên çekdar çekên xwe yên giran ber bi hundirê parêzgeha Idlibê ve vedikişînin û devera bê-çek ya 15 heta 20 km vala dikin. Tişta balkêş ew e ku duh Heyet Tehrîr El-Şam çekên xwe yên giran ji çiyayên Laziqiyê ber bi kûraniya Idlibê ve vekişandin û di heman demê de çalakiyên kuştinê yên "ne diyar" li dijî rayedarên Heyetê berdewam dibin.

El-Qudis El-Erebî: Di pêkanîa hevpeymana Idlibê de vekişandina çekên giran ên opozîsyonê dest pê kir

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku pêkanîna hevpeymanê girêdayî rêbaza Heyet Tehrîr El-Şam e ku serkeftin an binkeftina hevpeymanê girêdayî wê ye. Heyet Terîr El-Şam jî helwesta xwe ya redkirin an erêkirina hevpeymanê eşkere nekir. Li gorî çavdêran ev yek li gorî siyaseta Tirkiyeyê ye û di navbera herdu aliyan de di bin maseyê de lihevkirin pêk tên da ku hebûna Enqereyê li herêmê were çespandin.

El-Ereb: Hevpeymana Idlibê serweriya Qeterê li bakurê Sûriyeyê bidawî dike

Rojnameya El-Ereb jî behsa heman mijarê kir û got ku hin çavkaniyên ji bajarê Idlibê ragihandine ku hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de rastî nakokiyên bi hêzên din re hatiye ku fermî ne di nava vê hevpeymanê de ne, lê veguherî xaleke dijwar di vê hevpeymanê de, nemaze ji ber têkliyên van hêzan bi rêxistin û tabûrên çekdar ên li ser erdê ku li deverên stratejîk bi cih bûne.

Di nava van hêzan de Qeter e. Çavkaniyan dane zanîn ku alîkariyê bi hin leşkerên Heyet Tehrîr El-Şam re dike û mehane mûçeyeke bi qasî 800 dolar mehane dide wan. Rûsya ji Tirkiyeyê xwest ku danûstandinê bi Dewha re bike da ku vê mijarê rawestîne. Ev mijar jî jihevxistina rêxistinê dijwartir dike. Nemaze ji ber ku gelek leşkerên wê ji hemwelatiyên Sûriyeyê yên parêzgehên cûda ne.

Li hemberî wê Tirkiyeyê hin mercên xwe yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk ku alîkariya xwe ji Amerîka werdigire danîn pêşiya Rûsyayê.

Li gorî hin çavkaniyên Sûriyeyê, Tirkiyeyê ji Rûsyayê xwest ku danûstandinê bi Amerîka re bike da ku zextê li Kurdan bike û bêtirî 40 km ji sînorê Tirkiyeyê ve dûr bikevin. Ango temam weke hevpeymana Idlibê û di encama van civînan de Enqere Heyet Terîr El-Şam weke rêxistineke terorîst bi nav kir.

Şerq El-Ewsat: Belgeyên dewletên rojavayî merca "hilbijartinên serokatiyê" ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê datînin.

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku hin belgeyên wezaretên derve yên dewletên rojavayî û herêmî ku ji Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî re hatine şandin, eşkere dikin ku beşdarî jinûve avakirina Sûriyeyê beriya ku çalakiya siyasî ya bi serkêşiya Netewên Yekbûyî nabin, da ku veguhestineke siyasî, zelal û rasteqîn pêk were.

Di belgeya Ewropa de tê diyar kirin ku dewletên rojavayî dema ku veguhestineke siyasî ya berfireh û ciddî di encama danûstandinên aliyên Sûriyeyê de pêk were wê demê Netewên Yekbûyî dê ji jinûve avakirina Sûriyeyê re amade be.

El-Heyat: QSD'ê 29 DAIŞ'î kuştin û pêşve diçe

Der barê pêngava dawî ya Bagera Cizîrê û şerê tunekirina terorê li rojhilatê Firatê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî pêşveçûna xwe li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de yên li rojhilatê Firatê berdewam dike û herî dawî 29 endamên DAIŞ'ê kuştine û miqdareke çek û cebilxaneya çeteyan desteser kiriye.

QSD'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şervanên wê derbasî gundê El-Meraşdê bûne û pevçûnên giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de rûdane. Her wiha tîmên girêdayî QSD'ê bi dehan mayînên ku çeteyan li derdora gund çandine bê bandor kirin.

Îraq

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Ereb behsa alîkariya El-Sedir bi serokwezîr Adil Ebid El-Muhdî re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Sedir alîkariya El-Muhdî dike da ku riya wezareta hundirîn li pêşiya milîsan bigire".

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Heyat behsa êrîşên hêzên Hosî kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyona Erebî tedbîrên mezin digire".

Filistîn

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa kuştina du niştecîkarên Îsraîl di êrîşeke ciwanekî Filistînê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl piştî kuştina du niştecîkaran gefa êrîşa li dijî Difê dixwe."

Tirkiye

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa tevgerên serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan ji bo zêdekirina desthilatdariya xwe li welat kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Civaka Tirkiyeyê li hemberî guhertinên Erdogan ên bingehîn derdikeve".