Şêniyên Efrînê: Dê hemû komplo têk biçin

Şêniyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo ku rê li ber herikîna xwînê li herêmê bigire, ji Sûriyeyê û Rojhilata Navîn derket. Her wiha Komploya Navdewletî şermezar kirin û tekez kirin ku dê hemû komplo helbet têk biçin.

Şêniyên Efrînê: Dê hemû komplo têk biçin
8 cotmeh, 2018   07:13

ARIF SILÊMAN - XANDÎ ELO / ŞEHBA

9'ê Cotmehê salvegera 20'an a derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê ye. Yanî roja destpêkirina Komploya Navdewletî der heqê wî de ye.

Şêniyên kantona Efrînê ku piştî êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê, neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûne, Komploya Navdewletî der heqê Ocalan de şermezar kir.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Cemîl Hemo destnîşan kir ku Ocalan ji bo rê li ber herikîna xwînê li herêmê ji Sûriyeyê derket û wiha domand: "Piştî gefên gelek dewletan û komkirina dewleta Tirk artêşa xwe li ser sînorên Sûriyeyê, Ocalan ji bo rê li ber herikîna xwîna herêmê bigire ji herêmê derket."

Cemîl Hemo wiha berdewam kir: "Hindek dewletên Ewropayê Ocalan pêşwazî nekir, ji ber ku di bingehê de girêdayî pergala kapîtalîzmê ne û ew jî ne li gorî Ocalan e."

Ji aliyê xwe ve Mihemed Hesen komploya li dijî Ocalan şermezar kir û wiha got: "Komplo di serî de şikandina têkoşîna gelê Kurd di wê demê de armanc dikir. Xwestin Ocalan bixin xizmeta kapîtalîzmê. Lê Ocalan guh neda wan û girtîgeha Îmraliyê veguherand kaniyek ji fikrên xwe re." Her wiha Hesen pirsî: "Edaleta wan li ku derê ye? Ecaba tune ye! Rêxistinên mirovî rewşa Ocalan nabînin an jî paş guh kirine! Ji ber ku ew rêxistin û dewlet xizmeta kapîtalîzmê dikin."

Welatiyê bi navê Hemo got têkoşîna gelê Kurd di salên 90'î de di asta herî bilind de bû û wiha domand: "Ji ber wê dewletên dijber xwest têkoşînê bişikînin. Ji lew re komplo pêk anîn û Ocalan girtin. Berovajî wê têkoşîn ranawestiya lê her ku çû bi hêz bû û heta roja îro gurtir bû da ku li hemberî komployan bisekinin û helbet komplo dê têk biçin."

(şx)

ANHA