Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat

Li Kobanê di dema êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de yek ji cihên herî zêde şer lê rû daye, Sûk El-Hal e. Piştî 4 salan êdî Sûk El-Hal piştî jinûveavakirinê careke din vegeriya wekî berê û şêniyên kantona Kobanê ji wir sebze û fêkiyên xwe werdigirin.

Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
Piştî 4 salan Sûk El-Hal a Kobanê wekî berê lê hat
8 cotmeh, 2018   07:34

HÊVÎDAR HERANÎ - ŞÊRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Sûk El-Hal a Kobanê ku yek ji cihên herî zêde ku şerên giran di dema êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de lê rû dane, piştî 4 salan êdî piştîjinûveavakirinê careke din vegeriya wekî berê û şêniyên kantona Kobanê ji wir sebze û fêkiyên xwe werdigirin.

Sûk El-Hal ku sûka yekemîn a sebze û fêkiyan li Kobanê ye, di Nîsana 2018`an de ve ji aliyê Şaredariya Gel ve hate vekirin. Şaredarî 44 dikanên sebze û fêkî di nava sûkê de ava kirin û dane gel. Beriya ku sûk ji nû ve were avakirin, gel di nava kolanan de sebze û fêkî difirot, lê piştî sûk ji nû ve hate avakirin, piraniya xwediyên sebze û fêkiyan çûn Sûk El-Hal.

Sûk El-Hal hemû sebze û fêkiyên xwe ji gundên Kobanê û taybet gundên rex çemê Firatê bi nirxekî guncaw ve tîn û bi nirxên guncaw jî difiroşin welatiyan.

Rêveberê Sûk El-Hal Nîdal Misto da zanîn ku temenê sebze û fêkiyan ên Sûk El-Hal ji dîkanên din ên derveyî sûkê kêmtir e, lewre jî gel berê xwe dide Sûk El-Hal û her roj tevgera di nava sûkê de zêde dibe.

Komîteya Zabîtiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Kobanê jî rojane li ser hemû dikanên di sûkê de digere û kirin û firotinê, her wiha cureyên sebze û fêkiyan kontrol dike.

Yek ji welatiyên Kobanê Ebdo Cuma ku xwediyê dikanekê li Sûk El-Hal e, da zanîn ku temenê sebze û fêkiyan baş e û rewşa îsal ji sala par baştir e.

Ji aliyekî din ve jî bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, Şaredariya Gel qada sûkê qîr dike.

(kc)

ANHA