Li gundê El-Meraşde şerê giran rû dide

Di van kêliyan de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li gundê El-Meraşde şerê giran rû dide. Şervanên QSD`ê di gunde de bi pêş de diçin.

Li gundê El-Meraşde şerê giran rû dide
7 cotmeh, 2018   10:39

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gundê El-Meraşde yê li ser qiraxa çemê Firatê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerê dijwar rû didin. Her wiha hate diyarkirin ku şervan di gund de bi pêş de diçin.

Ji aliyekî din ve jî tîmên taybet ên rakirina mayînan bi dehan mayînên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn bicihkirin bê bandor kirin û ji bo peydakirina rê û nuqteyên bi ewle yên ku hatine rizgarkirin xebatên xwe didomînin.

Tê zanîn ku derdora gundê El-Meraşde ji sê aliyan ve av e û aliyê bakur korîdora ber bi bajarokê El-Sûsê ve ye.

(bx)

ANHA