Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meclîsa Kantona Şehbayê çalakiyek li dar xist.

Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Meclîsa Şehbayê Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir
7 cotmeh, 2018   10:45

ŞEHBA

Di çalakiyê de bi sedan welatiyên Şehbayê û nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê û gelek endamên saziyên sivîl beşdar bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer axivî û behsa projeya neteweya demokratîk kir ku bi serkeftina wê Komploya Navdewletî pûç dibe û wiha anî ziman: "Niha li bakurê Sûriyeyê aramî, demokrasî û azadiyê serwer e û fikra neteweya demokratîk li van herêman pêk tê. Komploya li dijî Rêber Ocalan hatiye meşandin armanca wê rêgirtina li pêşiya belavbûna fikra neteweya demokratîk e. Ji ber vê yekê ew niha di zindanê de ye û bi dijwarî hatiye tecrîdkirin û tu kes nikare serdana wî bike. Lê bi israra me di pêkanîna fikra Rêber Apo de bêguman komplo dê têk biçe."

Koçer got ku dewletên beşdarî Komploya Navdewletî bûne xwestin bi girtina Ocalan doza kurdî û gelên bindest tune bikin û fikra Ocalan têk bibin û wiha domand: "Em niha dibînin ku niha asta têkoşîna me piştî 20 salan ji girtina serok Apo bilind bûye û şoreşa gel nehat têkşikandin. Em hê jî li dijî modernîteya kapîtalîst tê dikoşin û fikra neteweya demokratîk a rêber Apo belav dikin. Em heta rêber Apo azad dibe asta têkoşîna xwe bilindtir bikin."

Di çalakiyê de hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên jî axivî û wiha got: "Armanca dewletên ku beşdarî Komploya Navdewletî ya li dijî rêber Apo bûne armanc, dikirin ku vîna azad a gelên herêmê bişikînin. Lê bi saya fikra rêber Apo ku banga hezkirin, aştî û biratiya gelan dike, ji hemû komployan xurttir bû."

Endamê Yekitiya Ciwanên Ereb Mihemed Wês da zanîn ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan têkşikandina îradeya gelan armanc dike û wiha got: "Dewletên ku beşdarî komployê bûne hewl didin tevliheviyê di navbera gelên herêmê de derxin."

Di dawiya çalakiyê de beşdaran dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî qîriyan.

ANHA