Çeteyan 3 bira ji gundê Kurzêlê revandin

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 3 bira ku yek ji wan muxtarê gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ye, ber bi cihekî nediyar ve revandin. Çarenûsa 20 welatiyên gund ku ev 4 meh e ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şamê ve hatine revandin, hê jî ne diyar e.

Çeteyan 3 bira ji gundê Kurzêlê revandin
7 cotmeh, 2018   10:14

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî welatiyên Efrînê berdewam dikin û mal û milkên welatiyan talan dikin. Piraniya welatiyên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin ji xizmên wan fidye û xiracê dixwazin da ku serbest berdin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi van destdirêjiyên xwe hewl didin welatiyên Kurd ên li Efrînê koçber bikin û demografyaya herêmê bi temamî biguherînin.

Girêdayî mijarê herî dawî çeteyên girêdayî artêşa Tirk 3 bira ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa ev 2 roj in ber bi cihekî nediyar ve revandine. Li gorî çavkaniyeke pêbawer ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku navên her sê birayên hatine revandin wiha ne: Salih Osman, Ehmed Osman û mixtarê gund Fewzî Osman.

Çete her wiha zextê li malbata Salih Mehmûd dikin ku 800 hezar lîreyên Sûriyeyê bidin.

Piştî ku welatiyan hilberîna xwe ya hinaran wergirt, çeteyan dest danî ser hilberîna welatiyan û hilberîna wan dizî.

Heman çavkanî diyar kir ku 20 welatiyên gundê Kurzêlê ku ev nêzî 4 meh e ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şamê ve hatine revandin, hê jî çarenûsa wan ne diyar e û heta niha serbest nehatine berdan.

ANHA