Projeya 4'ê Nîsanê û girîngiya wê

Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevkariya Şirket Cûdî qonaxa duyemîn a projeya 4'ê Nîsanê bi cih tîne. Li gorî projeyê rêyek ku gundên Koçerat bi deriyê Sêmalka û bi rêya giştî ya Qamişlo û Dêrikê ve girê bide dê were avakirin. Ev proje dê tevgera bazirgeniyê di navbera Başûr û Rojava de dê geş bike.

Projeya 4'ê Nîsanê û girîngiya wê
Projeya 4'ê Nîsanê û girîngiya wê
Projeya 4'ê Nîsanê û girîngiya wê
Projeya 4'ê Nîsanê û girîngiya wê
Projeya 4'ê Nîsanê û girîngiya wê
7 cotmeh, 2018   08:33

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Rêya Sêmalka ya sînorî ji rêyên bazirganiyê yên girîng tê hesibandin û damara tevgera bazirganî di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de ye. Bi armanca xurtkirina toreya veguhastinê ya deriyê Sêmalka, Şaredariya Gel a Dêrikê ji 4'ê Nîsana 2015'an ve dest bi projeya avakirinê kir rêyeke ku gundên Koçerat bi deriyê Sêmalka ya sînorî ve girê dide.

Proje li ser 2 qonaxan tê bicihanîn. Di qonaxa yekemîn de rêyek ji gundê Birûc heta gundê Şirik bi dirêjahiya 5 hezar û 500 metreyan û di qonaxa duyemîn de rêyek heta derdora gundê Kerbelat bi dirêjahiya hezar û 600 metreyan dê were avakirin.

Şirket Cûdî ya çêkirina rêyan dest bi qonaxa duyemîn a projeyê bi çavdêriya endezyarên pispor ji aliyê Şaredariya Gel a Dêrikê ve û bi sponseriya Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişloyê kiriye.

Endamê rêveber ê Şirket Cûdî ya avakirina rêyan Serhed Ehmed diyar kir ku di qonaxa yekemîn a projeyê de zemîna rêyan bi kevirê şikandî bi stûrahiya 20 cm û penahiya 12 metre hate raxistin. Di qonaxa duyemîn de rê bi stûrahiya 15 cm û penahiya ne kêmtirî 7.30 metre hate qîrkirin. Li gorî keşfa hesabkirî ya Şirket Cûdî lêçûna projeyê 258 milyon lîreyên Sûriyeyê ye.

Têkildarî girîngiya vê projeyê Ehmed got ku ev rê dê tevgera veguhastinê di navbera gundên Koçerat û di navbera deriyê Sêmalka û rêya giştî ya Qamişlo û Dêrikê de hêsan bike.

Tê payîn ku ev proje di dawiya meha Cotmehê de bi dawî bibe. Girêdayî mijarê û li ser daxwaza komînên gundê Koçerat şaredariya gundê Til Xenzîr dest bi xebatên sererastkirina rêyên wan gundan, beriya zivistanê kir.

Her wiha rêya gundê Kerkendal ku 9 gundan bi hev ve girê dide û bi dirêjahiya 10 km dê were sererasatkirin û tê payîn ku xebatên sererastkirinê dê di hefteyekê de bi dawî bibin.

(şx)

ANHA