'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'

Bi biryardarî û bi baweriya fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan `Berxwedan jiyan e`, şêniyên Efrînê ruxmî dijwariya şert û mercên jiyanê li Kampa Berxwedan dijîn û her wiha soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina xaka wan ji terorê dan.

'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
'Heta em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, berxwedana me berdewam e'
7 cotmeh, 2018   08:34

CEFER CAFO - ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Ji 6 mehan ve rêxistinên ku qaşo banga mirovahiyê dikin, bi tu şêwazî alîkariya şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkirina artêşa Tirk ji Efrînê re neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, pêşkêş nekirine. Her wiha wan rêxistinan rewşa birîndaran li kampan û astengiyên ku ji ber germê û sermayê dikişînin paşguh kirine.

Di Kampa Berxwedan de zêdetirî 742 kon hene. Her wiha kamp 2 hezar û 865 kesan hembêz dike. Şêniyên kampê soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û vegera malên xwe da.

Yekemîn kampên ku li Şehbayê hatine vekirin

Kampa Berxwedan ku dikeve bakurê navçeya Fafînê, yekem kamp e ku li kantona Şehbayê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate vekirin. Ev kamp bi armanca pêşwazîkirina şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji malên xwe derkevin û ji ber nebûna malan li kantonê û ji ber ku binesaziya Şehbayê bi temamî wêran bûbûn, hate vekirin.

Bi derfetên xwe yên heyî Rêveberiya Xweser dest bi rastkirina zemîna kampê kir. Piştre kon vedan û şênî lê bi cih kirin. Paşê gelek sazî wekî Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Ciwanên Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan, desteyên çandinî û tenduristiyê û hwd. xwe di nav kampê de bi rêxistin kirin.

Bi desteka Rêveberiya Xweser re ev meclis xebatên xizmetguzariyê wekî av û kehrebe pêşkêş kirin. Her wiha şaredariyê 2 sûkên gelêrî di kampê de ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan ava kirin. Ji bo zarokan jî dibistan û park hatin vekirin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Kampa Berxwedan Şêxo Ibrahîm ji ajansa me re tekez kir ku di dema belavkirina alîkariyan de gelek zehmetî kişandine û wiha got: "Ji ber dorpêça li ser herêmê ji çar aliyan ve bi derfetên xwe û bi desteka welatiyên herêma Cizîrê, me alîkarî pêşkêş kir."

Nexweşî li kampê zêde dibin

Heyva Sor a Kurd hewl dide alîkariyên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş bike. Lê hin haletên nexweşiyan hêza wan derbas dikin. Ji ber nepeydabûna alavên tenduristiyê, taqîgeh û tunebûna dermanên pêwîst Heyva Sor a Kurd zehmetiyan dikişîne. Di encamê de gelek nexweşî di nav kampê de belav dibin.

Eger rewşa nexweşekî xeternak be navenda Heyva Sor neçar dimîne wan nexweşan derbasî derveyî herêmê bike. Lê ji ber dorpêça ku ji çar aliyan ve li ser herêmê hatiye ferzkirin, hin caran nexweş nikarin derbas bibin û di encamê de jiyana xwe ji dest didin.

Tekezkirina berxwedanê

Welatiyê bi navê Hebîb Omer ku li Kampa Berxwedan bi cih bûye, tekez kir ku piştî ku hatine kampê, jiyana xwe bi awayekî komînal bi rêya komîn û meclisan bi rêxistin kirine û wiha domand: "Ji destpêka avakirina kampê û heta îro Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe û di nav dorpêçê de alîkariyê pêşkêşî kampê dike."

Omer wiha berdewam kir: "Ruxmî şert û mercên dijwar ên jiyanê li kampê û kêm derfetên xedemî û tenduristiyê, lê berxwedana ku me li Efrînê dest pê pêkiribû, heta rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyan, em ê berdewam bikin."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Cemîl Reşîd ev tişt anîn ziman: "Nêzî 7 mehan em li vir in û heta niha tu rêxistineke mirovî alîkarî pêşkêşî me nekiriye. Tenê rêveberiya kampê û meclis bi desteka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariyê li şêniyan belav dikin."

Reşîd destnîşan kir ku berdewamkirina paşguhkirina cîhanî li hemberî rewşa şêniyên Efrînê, berdewamkirina komploya navdewletî li dijî Efrînê ye û wiha domand: "Ji destpêkê ve û heta niha em dest ji berxwedana ku me bi rihê Avesta û Barînê dest pê kiribû bernadin û heta pêkanîna hemû armancên xwe û armancên şehîdên azadiyê û heta ku em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê berxwedana me berdewam e."

(şx)

ANHA