Çalakvana mafên jinan Rîhab Îbrahîm: Divê jinên Sûriyeyê hevgirtî bin

Çalakvana mafên jinan Rîhab Îbrahîm destnîşan kir ku hevdîtina jinên Sûriyeyê di bin banekî de girîng e û di rewşa heyî de divê rola jinan neyê paşguhkirin.

Çalakvana mafên jinan Rîhab Îbrahîm: Divê jinên Sûriyeyê hevgirtî bin
7 cotmeh, 2018   06:30

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Çalakvan û mafnasa jin a bajarê Tertusê yê Suriyeyê Rîhab Îbrahîm ku ew jî beşdarî komxebata çalakvan û hiqûqnasên jinên Sûriyê bû, diyar kir ku Meclisa Jinên Sûriyeyê tevahî jinên Sûriyeyê kom kirin, ew jî nişan dide ku jinên Sûriyeyê xwedî mafnas û çalakvan in.

 Rîhab Îbrahîm bi lêv kir ku di vê demê de pêwîst e her tim jinên Sûriyeyê di bin banekî de li hev bicivin.

Li gorî nêrîna Rîhabê ev komxebat ji bo jinên Sûriyeyê gelekî girîngiya xwe heye, ji bo tevahî jinan û bi taybet jinên Sûriyeyê ku di pêvajoya şer re derbas dibin. Rîhab dibêje ku ew gelekî bi kombûn û hatina wan ji bo komxebata jinên Sûriyeyê kêfxweş e, ew jî dibe sedema naskirina azadiya jinan li Bakurê Sûriyeyê.

Rîhab da zanîn ku di komxebata jinan de nîqaş li ser rewşa jinan di zagonên kesayetî yên Sûriyeyê de hate kirin ku jin divê xwedî li mafên xwe derkevin û di bin desthilatdariya civak û zilaman de nemînin.

Rîhab destnîşan kir ku di rewşeke wekî niha de divê rola jinan neyê paşguhkirin, lidarxistina komxebata jinên Sûriyeyê pir girîng e û tekez kir ku yekitiya jinên Sûriyeyê dê aloziya Sûriyeyê çareser bike û divê her wext hevdîtin werin kirin.

Rîhab got di şerê Sûriyeyê de û bi taybet li Bakurê Sûriyeyê jin bêhtir xwedî li rastiya xwe derketin û wekhevî di navbera zilam û jinan de çêbû. Her wiha Rîhab bi bîr xist ku di komxebatê de wan gelek nîqaş kirin, yek ji wan nîqaşên girîng jî tevî ku şerê li Sûriyeyê çêbû nehişt jin di bin bandora şer de bimînin û rola xwe bêhtir di nava cîhanê de lîst.

ANHA