Tirkiyeyê El-Nusra diparêze û Berhem Salih dibe serokê Iraqê-PANORAMA

Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe çeteyên Cebhet El-Nusra diparêze da ku projeyên xwe yên dagirkirina Sûriyeyê pêk bîne, li ser vê yekê hewl dide ku wan îqna bike ku herêmên bêçek vekişin. Di heman demê de QSD‘ê pêşdeçûnên xwe yên li rojhilatê çemê Firatê didomin. Li Iraqê Berhem Salih dibe serokkomar û Adil Ebdulmihdî ji bo avakirina hikûmetê tê erekedarkirin

Tirkiyeyê El-Nusra diparêze û Berhem Salih dibe serokê Iraqê-PANORAMA
7 cotmeh, 2018   05:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de behsa gelek mijaran kirin. Rojnameyan bal kişandin ser herêma bêçek ku Rûsya û Tirkiyeyê li ser lihev kiriye, pêşdeçûnên QSD‘ê li rojhilatê Çemê Firatê, hilbijartina serokkomarê Iraqê û hilbijartinên parlemana herêma Başûrê Kurdistanê û rewşên Yemen û Filistînê û gelek mijarên din.

El-Heyat: Der barê vekişandina tabûrên çekdar ji herêma bêçek  a Idlibê de geşedan derketin

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku der barê vekişandina tabûrên çekdar ji parêzgeha Idlibê de geşedan derketin ku li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê divê pêk were. Şamê jî soz da ku dê bajêr, çi bi şer û çi jî bi aştiyane, vegerîne. Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Welîd Muelêm di hevpeyvînekê de bi kanala RT ya Rûsyayê re da zanîn ku pêkanîna devera bê şer  li Idlibê dest pê kir û hê jî ew dixwazin dosyayê bi aştiyane çareser bikin. Muelêm da zanîn  ku çareseriya li Idlibê pêkan e û Tirkiye çekdarên li Idlibê baş nas dike û wiha got: "Ji mafê Sûriyeyê ye ku hemû rêbazên xwe bi kar bîne da ku Idlibê vegerîne, çi bi lihevhatinan be û çi jî bi rêbazên din.”

El-Ereb: Tirkiye hewl dide Heyet Tehrîr El-Şamê biparêze

Rojnameya El-Ereb jî behsa mijareke girêdayî wê kir û got çavkaniyên nêzî opozîsyona Sûriyeyê dibêjin ku îstixbarata Tirkiyeyê hewl dide tabûrên çekdar û di serî de Heyet Tehrîr El-Şamê bide razîkirin da ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de erê bikin.

El-Heyat: Amerîka destwerdana xwe di Sûriyeyê de zêde dike; dîplomasiyên xwe zêde dike û hêzan perwerde dike

Rojnameya El-Heyat ji aliyê xwe ve behsa mijara zêdebûna destwerdana Amerîka di çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya siyasî û leşkerî de kir. Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jîms Matîs ragihand ku hejmara dîplomasiyên Amerîkî di Sûriyeyê de du qatî bûne, nemze bi nêzîkbûna têkşikandina leşkerî ya DAIŞ'ê re. her wiha diyar kir ku qonaxa piştî têkşikandina DAIŞ'ê pêdivî bi peydakirina rewşeke aram heye da ku endamên DAIŞ'ê di Sûriyeyê de careke din dernekevin. Di nava wê de avakirina hêzeke leşkerî ya hundirîn û perwerdekirina wan li ser destên şêwermend û pisporên Amerîkî.

El-Qudis El-Erebî: QSD‘ê bêrîka dawîn ya rêxistina DAIŞ‘ê li Sûriyeyê dorpêç dike

Rojnameya El-Qudis El-Ereb têkildarî Pêngava Bagera Cizîrê di nivîseke xwe de got: "Artêşa Amerîkî got, çekdarên ku Amerîkayê piştgiriyê dide wan bîrîka dawî ya rêxistina DAIŞ li rojhilatê Sûriyeyê dorpêç kirine, endamên komên tundraw tengav bûne."

El-Heyat: Perwerdeyên leşkerî yên Amerîkayê li Tenefê peyameke li dijî Îranê ye

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Washington li hemberî daxwaza derketina ji Sûriyeyê derdikeve û perwerdeyên leşkerî di hundirê baregeha Tenef a li sêkoşeya Sûriye, Urdun û Iraqê dikeve dide meşandin. Ev perwerdeyên leşkerî jî wek peyamên li dijî rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê Rûsya û Îranê ne.

El-Ereb: Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyeyê tişta ku di Sûriyeyê de maye dixwe

Rojnameya El-Ereb behsa siyasetên Tirkiyeyê li herêmên Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin kir û got Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyeyê "Diyanet" bi roleke bi guman radibe ku beşekî ji baceya xwe ji bo pilankirina mayîndina demeke dirêj di Sûriyeyê de vediqetîne.

Diyanet beşekî mezin ji vê berpirsyariyê digire ser xwe  bi taybet girêdayî pilanên belavkirina ola îslamî ku ji baweriya Tirkiyeyê hatiye wergirtin. Her wiha baweriyên ku li gorî rêxistina Ixwam Muslimîn ku yek ji pêkhateyên sereke ya fikra Erdogan e.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Heyat behsa hilbijartinên parlemana herêma Başûrê Kurdistanê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Barzanî payeya bilind di hilbijartinên kurdî de wergirt û tevgera Goran nîşan dide ku dê encaman qebûl neke."

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikumeta nû kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Bilokên siyasî yên Iraqê bi namzetên xwe Ebid El-Muhdî dorpêç dikin".

Şerq El-Ewsat: şerê "piştşikandina" kurdî li ser serokkomartiyê û li Bexdayê matmayîbûn

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa nakokiyên Kurdî yên girêdayî paya serokkomartiyê kir  û wiha got:"Rûniştina parlemanê ku diviyabû şevê din ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê  bihatiba li darxistin ji bo îro hate derengxistin. Nemaze ji ber ku rêjeya amadebûna parlemanê pêk nehat. Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) Fûad Hisên pêşniyar dike û Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK) Berhem Salih pêşniyar dike.

Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berhem Salih serokkomarê Iraqê " rojnameyê diyar kir ku piştî pêşbirkeke dijwar bi taybet di navbera Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ku Berhem Salih weke namzetê xwe nîşan dabû û Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ku Fûad Hisên weke namzetê xwe nîşan dabû, di encamê de Berhem Salih bi ser ket.

Rojnameya El-Ereb jî behsa xebatên avakirina hikûmeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Serokê Iraqê  Berhem Salih ji bo avakirina hikûmetê Adil Ebid El-Muhdî ji bo paya serokwezîrtiyê erkdar kir."

El-Ereb: Hilbijartinên Kurdî bi taybetmendiyên çalakiya siyasî ya Iraqê : gumanên sextekirinê û kûrkirina nakokiyan

Rojnameya El-Ereb behsa hilbijartinên parlemana herêma Başûrê Kurdistan kir û got encamên wê yên destpêkê diyar dike ku weke cîneyên çalakiya siyasî li Iraqê  ne, nemaze ji ber ku aliyên serkeftî di hilbijartinên Iraqê  de hêjî hikûmeta nû ava nekirine.

Rojnameyê diyar kir ku hilbijartinan hişt ku nakokî di navbera aliyên siyasî yên herêma Başûrê Kurdistanê de zêde bibin.

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya El-Ereb behsa xebatên lihevhatina Filistînê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas û El-Fetih mijara lihevhatina Filistînê ber bi mercên ne pêkan ve dibin."

Yemen

Girêdayî hewldanên Martin Griffithê ên destpêkirina toreyeke nû ya danûstandinan di navbera aliyên Yemenê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths hewl dide pirên baweriyê ji nû ve ava bike da ku xebatên aştiyê li Yemenê bide destpêkirin."

El-Heyat jî behsa xebatên ji bo agirbestê kirin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hewldanên rawestandina şerê Hûsiyan têk çû û şandeyeke wan li Tehranê ye".

Şerq El-Ewsat: Erdogan dixwaze têkliyên xwe bi Washingtonê re baş bike

Girêdayî rewşa dawî li Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa hewldanên Erdogan a başkirina têkliyan bi Washingtonê re kir û wiha got: "Serokê Tirkiyeyê Recep Tayîîp Erdogan îro piştrast kir ku welatê wî dixwaze têkliyên xwe bi Amerîka re sererast bike." Erdogan got ku bi îzna Xweda pirsgirêkên wan dê bi Amerîka re bêne çareserkirin."