Aliyê tenduristiyê li Mergedê sererast dibe

Piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya meclisa navçeya Şedadê Navenda Tenduristiyê ya Mergedê aktîf kir, kar û barên tenduristiyê sererast dibe.

Aliyê tenduristiyê li Mergedê sererast dibe
Aliyê tenduristiyê li Mergedê sererast dibe
Aliyê tenduristiyê li Mergedê sererast dibe
Aliyê tenduristiyê li Mergedê sererast dibe
Aliyê tenduristiyê li Mergedê sererast dibe
6 cotmeh, 2018   07:12

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Di salên borî de ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li gelek deverên Cizîrê aliyê tenduristiyê gelekî lawaz ket. Yek ji van deveran bajarokê Mergedê yê girêdayî navçeya Şedadê ya herêma Cizîrê ye û çeteyên DAIŞ'ê dema ku dever dagir kiribû, alav û amûrên tenduristî dizîn û navendên tenduristî wek baregehên leşkerî ji xwe re bi kar anîn.

Bajarokê Mergedê di 5'ê Mijdara 2017'an de ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate rizgarkirin. Piştî ku hate rizgarkirin welatiyan xwe ji nû ve bi rêxistin kir û gelek saziyên ku hatibûn girtin ji nû ve aktîf kirin. Di 16'ê Tebaxa 2018'an de navenda tenduristiyê hate sererastkirin.

Niha navenda tenduristiyê xizmeta 150 gundên Dêrazorê dike û dermanan belaş pêşkêşî nexweşan dike. Deriyê navendê 24 saetan vekirî ye, 6 hemşerî û 2 bijîşk tê de hene. Di navendê de her wiha dermanxane û ambulans jî hene. Navend di dermankirina nexweşiya laşmanyayê de bi roleke mezin rabû.

Dr. Hisên El-Zabêt ku endamekî kadroya Navenda Tenduristiyê ya Mergedê ye, bang li Desteya Tenduristiyê kir ku alav û amûrên tenduristiyê yên pêwîst ji navendê re peyda bike.

Welatiyên vê deverê diyar kir ku ji dema Navenda Tenduristiyê ya Mergedê hatiye aktîfkirin ve, rewşa tenduristiyê li van deveran gelekî baş bûye.

ANHA