Di çalakiyên îro yên Xezayê de 2 filistînî mirin û 124 jî birîndar bûn

Li Xezayê, ji ber destwerdana hêzên Îsraîlê li çalakgerên "Meşa Mezin a Vegerê " yek jê zarok du filistînî mirin û 124 jî birîndar bûn.

Di çalakiyên îro yên Xezayê de 2 filistînî mirin û 124 jî birîndar bûn
5 cotmeh, 2018   17:08

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku Faris Hafiz El-Sersawî yê 12 salî û Ekrem Mihemed Ebû Nesan ê 24 salî ku beşdarî çalakiyên îro yên   "Meşa Mezin a Vegerê " bûne bi guleyan hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan. Di çalakiyê de her wiha 124 welatiyên din birîndar bûn, jê 64 rakirin nexweşxaneyan, di nav de 5 rewşa wan giran e.

Nûçegihanê me diyar kir ku, hêzên Îsraîlê li rojhilatê Xezayê bombeyên gazê avêtin erebeyên ambulansê û rojnamevanên ku çalakî dişopandin, di encamê de ziyrar gihiştin erebeyan û du rojnamevan birîdar bûn, rewşa yekî giran e.

Ji destpêka çalakiyê "Meşa Mezin a Vegerê" ve ku di Adarê de destpêkiribû, hejmara miriyan derket 195 an û 21 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.

ANHA