Şervana YPJ‘ê Evîn Tolhildan li Şamê hate bîranîn

Şervana YPJ‘ê Evîn Tolhildan ku di 2013‘an de birîndar bibû û 20‘ê Îlona 2018‘an li nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê şehîd bibû li Şamê hate bi bîranîn.

Şervana YPJ‘ê Evîn Tolhildan li Şamê hate bîranîn
5 cotmeh, 2018   19:00

ŞAM

Meclisa Taxa Zorava ya paytexa Sûriyeyê Şam ji bo bîranan şervana YPJ‘ê Evîn Tolhildan merasîmek organîze kir.

Bi dehan şêniyên taxên Zorava û Rukendîn beşdarî  merasîmê sersaxiyê bûn.

merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Kesên axivîne sersaxî ji malbata şehîd Evîn re xwestin û hate gotin ku "Şehîd Evîn xwedî rihekî berxwedêr bû, rexmî birîn û rewşa xwe ya tenduristiyê ya xirab, hêz û îradeya xwe heya kêliya dawî ya jiyanê parst. Her tim bê westandin kar dikir, li gelek eniyên berxwedanê cihê xwe girt û tev li kerwanê şehîdan bû."

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Şervana YPJ‘ê Evîn Tolhildan di şerê li hemberî êrîşên komên çete yên sala 2013‘an li ser navçeya Til Elo ya herêma Cizîrê birîndar dibe û di 20‘ê Îlona 2018‘an li nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê şehîd dibe.

ANHA